KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YCWK'ê li Kocaeliyê agir berda 5 otobusan, li Colemêrgê li dijî polîsan şer kir
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Gebze ya Kocaeliyê agir berdaye 5 otobusan û li Colemêrgê jî li hemberî biryara qeyûm li dijî polîsan şer kiriye. -
Bi teknîka taybet 6 caran li artêşa Tirk hate xistin: Dijmin windahiyên giran da
Li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi teknîka taybet 6 çalakî hatin kirin. HPG'ê got, "Di van çalakiyan de teqînên mezin li nava çeperên dagirkeran rû dan û dijmin windahiyên giran da." -
Jinên Tolhildêr: Berxwedana me li her kolanek Geverê belav bû
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li dijî dagirkeriya li Colemêrgê berxwedana wan li her kolana Geverê belav bûye. -
Hatem Ozdemîr ê ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birîn serî li dadgeha bilindtir da
Gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr di sala 2019'an de li navçeya Makû ya Rojhilatê Kurdistanê dîl hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Ozdemîr li dijî biryarê serî li dadgeheke bilindtir da. -
Li mewziyên dagirkeran teqînek mezin!
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di saetên şevê de li Girê Amediyê carek din li dagirkeran da. Teqînên mezin ên li mewziyên dagirkeran bi kamereyan hatin qeytkirin. -
Qurbaniyên Komkujiya 5’ê Hezîranê bi meşa meşaleyî hatin bibîranîn
Qurbaniyên di sala 2015’an de di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê de jiyana xwe ji dest dabûn bi meşekê hatin bibîranîn. Di meşê de berxwedana Colemêrgê jî hat silavkirin û derbeya qeyûm hat protestokirin. -
Gerîlayan li Girê Amediyê bi teknîkeke taybet 5 çalakî li dar xistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîkeke taybet 5 çalakiyên cuda li dar xistin. -
Nobeta gel a li ber şaredariyan di roja 2’emîn de ye
Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê, li şaredariyên DEM Partiyê yên li Kurdistanê çalakiyên nobetê hatin destpêkirin, çalakî di roja 2’emîn de berdewam dike. -
Ciwanan li Colemêrgê dest bi berxwedanê kirin
Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ciwanan dest bi berxwedanê kirin. Ciwanên ku li gelek nuqteyan rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanan li taxan bend danîn, bi kevir û daran bersivê dan êrîşên polîsan. -
Gerîlayê ku Wezîrê Karên Hundirîn got 'me kuşt' li nexweşxaneyê ye
Hate hînbûn ku yek ji gerîlayên ku Wezareta Karên Hundirîn a Tirk got “me kuştiye” Demhat Şêro Welat (Îlyas Ayaz) bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê. -
Li Colemêrgê protesto destpê kirin: AKP’ê derbe pêk anî
19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate birîn. Piştî biryarê gel daket qadan. -
Li Colemêrgê şermezarkirina qeyûm: Dikandaran dikanên xwe venekirin
Dikandarên Colemêrgê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyê û girtina hevşaredar Siddik Akiş dikanên xwe venekirin. -
Dadgeriya Tirk 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş birî
Dadgeriya dewleta Tirk 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş birî, ku şaredarî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin û qeyûm lê hatiye danîn. -
Akiş ê ku wezîfeya wî hate desteserkirin: Min çi kiribe ez li pey wan hemûyan im
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê wezîfeya wî hate desteserkirin, wiha got: “Min çi kiribe ez li pey wan hemûyan im. Di warê siyasî de min wezîfe û erka li ser milê xwe pêk aniye. Ez li hemberî we bi serbilindî sekinîme.” -
KCK: Li dijî desteserkirina îradeyê rabin serhildanê!
KCK: Li dijî faşîzma qirker divê gelê me mîna ku li Wanê kir, li Colemêrgê jî bi berxwedaneke topyekûn rabe, bi rengê herî xurt bersivê bide êrişên qirker û desteserkirina îradeyê. Heta ku Şaredariyê venegerîne divê nesekine, timî li ser piyan be. -
YRK'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YRK'ê ragihand ku gerîla Şervan Rojda di encama êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a bombebarkirî de li herêma Asosê şehîd bûye. -
YPS-YPS JIN: Heta ku em şaredariya xwe werdigirin, divê em li her derê rabin!
Fermandariya YPS- YPS JIN têkildarî derbeya qeyûm daxuyanî da û got: “Heta ku em şaredariya xwe werdigirin, divê em li her derê berxwedanê bilind bikin, serhildanan mezin bikin û xweparastinê pêş bixin.” -
Ciwanan derbeya qeyûm protesto kirin
Li gelek taxên Geverê ciwanan, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê çalakî lidar xistin. -
Nobeta li Colemêrgê didome: Banga beşdarbûna danişîna hevşaredar kirin
Çalakiya nobetê ya ku duh bi şev li dijî desteserkirina vînê li Colemêrgê dest pê kir, didome. Di çalakiyê de banga beşdarbûna danişîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku qeyûm şandin şûna wî, hat kirin. -
Bi wêneyan berxwedana Colemêrgê
Li Colemêrgê gel û hilbijartî li dijî darbeya qeyûman a rejîma faşîst a AKP-MHP’ê daketin qadan û xwedî li şaredariya xwe ya hatiye xestpkirin derdikevin. Bi wêneyan berxwedana Colemêrgê… -
Gel li şaredariyên Kurdistanê nobetê digirin
Li dijî desterserkirina Şaredariya Colemêrgê gel bi endamên DEM Partiyê re çalakiya nobetê dan destpêkirin. Gel bi dirûşmeyên “Zext nikarin me rawestînin” li pêş şaredariyan nobetê digirin. -
Peyama Colemêrgê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatimogullari li Colemêrgê di protestoyên desterserkirinê de axivîn û peyama berxwedanê dan. -
Li Colemêrgê gel li dijî darbeya qeyûm dimeşe
Li dijî darbeya qeyûm ku hikumeta Tirk li Colemêrgê kir, nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl li bajêr meşiyan. -
HPG: Li Metînayê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ya li Metînayê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. -
Nasnameyên gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin
HPG’ê diyar kir ku 8’ê Nîsanê li Metînayê 3 gerîla şehîd bûn û got: “Em car din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna xwe ya azadiyê ku emaneta hevrêyên me ye, bi serketinê tacîdar bikin.”