Li Mexmûrê ji bo azadiya Abdullah Ocalan komxebata du rojan

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li herêma Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek ji bo du rojan destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Akademiya Şehîd Jiyan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek bi diruşmeya ‘Bi ruhê Sara û Bîşengan, wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’ hate destpêkirin.

Komxebat bi mebesta balkişandina li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Komxebat li salona Meclisa Gel bi tevlîbûna dehan xebatkarên jin û bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpêkir.

Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan Kajîn Ozek ve hat kirin. Kajîn di destpêka axaftina xwe de, komxebat diyarî Rêber Apo û tevahî şehîdên Kurdistanê kir û got: “Em bi hatina we û li darxistina komxebatek wisa kêfxweş û şanazin. Yê ku em pêşxistî û em heta roja îro aniye, Rêber Apo ye. Ji bo ku em bikaribin azadiya xwe mîsoger bikin, Rêber Apo rê nîşanî me daye. Heta ku jinek di cîhanê de heye, wê fikir û felsefeya Rêber Apo hebe û wê belav bibe. Her ku diçe jin di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr dikin û belav dikin. Rêber Apo di nav çar dîwaran de li ber xwe dide û têkoşîna xwe dide berdewamkirin. Em bi Rêber Apo hene û emê her hebin. Ji bo ku em Rêber Apo fam bikin jî, tekane rê xwendin û jiyanîkirina Rêber Apo û şehîdane.”

Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêber Apo yên li ser jinan hate xwendin û komxebat bi germahî berdewam dike.

Hêjaye gotinê ye, wê komxebat du rojan berdewam bike.