Leşkerên Tirk li Licê kesek qetil kir

Li gundê Nenyasê yê li bejahiya Licê, di êrişa leşkerên Tirk a dagirker de kesê bi navê Mehmet Yildirim hate qetilkirin.

LEŞKERÊN TIRK KESEK QETIL KIR

Li gundê Nenyasê yê navçeya Licê ya Amedê doh bi şev saet di 22:00 de leşkerên Tirk gund dorpêç kirin. Bi helîkopteran û çekan gule li gund hate reşandin. Êriş li ser malekê hate kirin ku zarok û jin jî tê de bûn.

Dorpêça li ser gund çar saet û nîvan dewam kir û saet di 02:20'î de bi dawî bû. Li dû leşkerên Tirk ên ku avêtin ser malan, şûna fîşekên li malan ketin û lepikên tîmên lêkolîna cihê bûyerê man.

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker de kesê bi navê Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da.