Li Rojhilatê Kurdistanê di nava mehekê de 29 kes hatin bidarvekirin

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 10 kolber û kasibkar hatine kuştin, 29 kes hatine bidarvekirin û zêdetirî 70 kes jî hatine binçavkirin.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di derbarê binpêkirinên dewleta Îranê yên di nava mehekê de daneyên nû belav kir.

Li gor daneyên ku ji 21’ê Nîsanê ta 21’ê Gulanê hatine tomarkirin, herî kêm 6 kolber hatine kuştin û 16 kolber jî birîndar bûne.

Di raporê de tê gotin ku li nêzî bajarê Bane 2 kasibkar bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin, 2 welatiyên xelkê Mihabadê jî dema ji bo komkirina giyayên biharî çûbûn Xinêre, ji aliyê balefirên bê mirov ên dewleta Tirk ve hatin bombebaran kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de îşaret bi zêdebûna rêjeya darvekirinê jî hatiye kirin û tê gotin, di nava du salên dawî de bicihanîna cezayê darvekirinê li Îranê zêdetir bûye.

Li gorî daneyên di raporê de hatine belavkirin, di nava mehekê de herî kêm 29 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin.

Her wiha hatiye gotin ku di meha Nîsanê de herî kêm 72 çalakvan, hunermend û welatî li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin. Piraniya wan bi sedema tevlî pîrozbahî û merasîmên Newrozê bûne hatine binçavkirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nava mehê de cezayên cûda li 12 çalakvanên ku di berê de hatibûn binçavkirin, hatiye birîn.

Her wiha hatiye gotin ku di meha Nîsanê de du jinên bi navê Şehên a ji Sine û Arezu ya ji bajarê Eywan a ser bi parêzgeha Îlamê ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin.