BI DÎMEN

MAK’ê hêzên Tirk ên dagirker hedef girt

Milîsên MAK’ê li Amedê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi teqemeniyên destçêkirî pêk anî.

ÇALAKIYA MILÎSÊN AZADIYA KURDISTANÊ

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku di 9’ê Gulanê de li taxa Fabrîka ya Amedê noqteya ku hêzên dewleta Tirk a dagirker lê bi cih bûne bi teqemeniyên destçêkirî hedef girtine û derb li wan xistine.

MAK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Çalakiya me tolhildana li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê û tecrîda di şexsê Rêber Apo de li ser zindanan tê meşandin hate lidarxistin” û bang li ciwan û gelê Kurdistanê kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji dewleta Tirk a qirker re bêjin “raweste”.