Xizmên windayan ên li Geverê: Hûn ê hesabê bidin

Bi wesîleya Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên Binçavkirî a Navneteweyî li Colemêrgê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku kiryar nehatine cezakirin û peyama berdewamkirina têkoşînê hat dayîn.

HEFTEYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WINDAYÊN BINÇAVKIRÎ A NAVNETEWEYÎ

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê bi wesîleya  “17-31 Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên Binçavkirî a Navneteweyî” li kolana huner ya Geverê daxuyanî da. Xizmên windayan di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Kiryar diyar in, winda li ku ne” vekirin.

‘WÊ HESABÊ BIDIN’

Daxuyanî ji aliyê Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Eren Baskin ve hat dayîn. Baskin wiha got: “Em pergala darazê ya adil dixwazin û dixwazin aqûbeta windayên xwe bizanin. Çiqas dem derbas bibe bila bibe, berpirs wê di dawiyê de li pêş darazekî adil hesabê bidin.”

Piştre Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz axivî û anî ziman ku ev ji bo heqîqet û lêgerîna edaletê hatine ba hev û wiha got: “Hebûna kesên hatine binçavkirin hat înkarkirin. Bêguman windakirinên ku mafê jiyanê dike hedef, polîtîkayên bêcezabûnê yên dewletê ku sûcdaran diparêze, sûcên ku karmendên dewletê kirine, rewa dikin û rê li ber binpêkirinên nû yên mafên mirovan vekiriye. Em ji bo ronîkirina kuştinên kiryar nediyar û pêkanîna edaletê têdikoşin.”