BI DÎMEN

Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê hîn bêhtir kar bê kirin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku wê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî jin û ciwanan hîn bêhtir kifş bikin, li ber rabin.

POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET A LI AMEDÊ

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray anî ziman ku şerê taybet weke polîtîkayeke dewletê li her qadê dewam dike.

Hevseroka Amedê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DPB) Sûltan Yaray ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ne tenê yên AKP-MHP'ê ne, di heman demê de polîtîkayeke dewletê ye û got, "Êrîşeke topyekûn a li ser dînamîkên gel, avaniya azad, çand û her qada civakî ye. Polîtîkayên şerê taybet bi hesas û ziravî têne meşandin."

DIVÊ EM HÎN BÊHTIR BIXEBITIN

Sûltan Yaray diyar kir ku bi taybetî êrîş li jin û ciwanan têne kirin û got, "Hewl tê dayin ku civakeke welê bê afirandin ku nafikire, bi fikar e, ji xwe dûr ketiye, xwe ji rêxistiniyê vedigire. Hewl didin mejiyê civakê bi dest bixin. Em di demeke welê de ne ku salên dawî bûyerên xwekuştinê zêde bûne. Ciwan bi rengekî cidî berê xwe didin narkotîkê. Dewlet jî xwedî wê ferasetê ye ku dibêje 'Li dijî ku li dijî me serî hildin bila bi vî rengî be baştir e'. Em hewl didin ku vê yekê kifş bikin. Ji bo rizgarkirina ciwanên xwe divê em hîn bêhtir bixebitin."

TÊKOŞÎN Û RÊXISTINÎ

Sûltan Yaray li dijî polîtîkayên şerê taybet bal kişand ser girîngiya têkoşîneke topyekûn û got, "Bi taybetî êrîş li ser malbatên me yên welatparêz têne kirin. Dixwazin malbatên me koçber bikin. Berpirsyariyeke cidî dikeve ser milê şaredariyên me. Li dijî sîstemê em çiqasî xwe xurt bikin û têbikoşin em ê ewqasî jî bi ser bikevin. Sira serketinê rêxistiniyeke xurt û têkoşîn e."