Xebatên hilbijartinê li Curnê Reş didomin

Li Curnê Reş ku demek kurt ji hilbijartinan re maye, xebatên DEM Partiyê bê navber didomin.

Li navçeya Curnê Reş ya Rihayê wê 2’ê Hezîranê de hilbijartin dîsa pêk bê. Di çarçoveya hilbijartinên wê ji nûve pêk bê de xebat didomin. Rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan bi welatiyan re hatin gel hev. Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek û parlamenera Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî tevlî xebatên li gund û navenda navçeyê pêk hatin bûn.

Şande ji aliyê gel ve bi coş û kelecanek meizn hatin pêşwazîkirin û şandeyê daxwazên gel guhdar kirin. Xebat saetên êvarê de jî bi serdanên malan berdewam kir.