Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

MEŞA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yan a Bûrsayê dan. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3’yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina ya bi parêzeran re hatiye birîn. Tu agahî di derbarê sedema cezayê de bi parezean re nehat parvekirin. Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî qedexeya hevdîtinê meşiyan.

Meş li ber Saziya malbaten Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel destpê kir û heta li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li Mexmûrê dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedan Îmraliyê”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bimire Xiyanet” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin qîrîn û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin.

Piştî meş li ber avahiya Netewên Yekbûyî rawestiya, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.

Fîliz Budak di destpêka axaftine bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zêde kirina cezayê hevdîtinê û wiha got: “Ev 26 sal in Rêbertî û îradeye me bi tecrîdek mutlaq re rûbirû ye. Bi vê tecrîdê gelê Kurd ji polîtîkaya îmha û înkarê re tê derbaz kirin. Li ser vê tecrîdê jî ev sê sal in bi tu şêwazî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin. Herî dawî ji di 20’ê Gulanê de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Bi van pêkanînên xwe difikirin ku wê bikaribin gelê Kurd ji Rêbertiyê qut bikin û wê bikaribin pêşî li belavbûna fikrê Rêbertî bigirin. Ev 26 sal in gelê Kurd bi taybet jin û ciwan bi dostên Kurdan ve li hemberî komplogeran li ser lingan in. Ji bo şikandina vê tecrîdê hemû cûrên çalakiyan pêkanîn. Em soz didin em ê Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin û bi Rêbertiya xwe re azad jiyan bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.