Girtiya nexweş Hanîfe Arslan rakirin nexweşxaneyê

Girtiya bi nexweşiya giran Hanîfe Arslan ji bo rapora heyetê rakirin nexweşxaneyê.

GIRTIYA NAXWEŞ

Girtiya bi nexweşiya giran Hanîfe Arslan a 76 salî ku li gel hemû hewldanan nayê berdan, ji bo rapora tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê. Li gel nexweşiyên KOAH, mîde, tansiyona bilind û kêmbûna avê di çokên wê de gelek nexweşî pê re hene û nikare bimeşe.

Hanîfe Arslan di 26'ê Çileyê de li ser serlêdana parêzeran ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê re hatibû veguhastin, lê belê nexweşxaneyê rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' dabû.