KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Hespistê dorpêça leşkerên Tirk didome
Li Hespirstê dorçêçla leşkerên Tirk 9 roj in didome. Di ketina gund de nasnameyên gel tên kontrolkirin. -
Nasnameya şehîd Êrîş Rojhilat hate eşkerekirin
HPG’ê got: “20’ê Cotmeha 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Dersimê de hevrêyê me Êrîş şehîd bû. Hevrê Êrîş bi hevrêtî û mîrateya xwe ya têkoşînê bû nirxekî azadiyê ku wê her tim ji me re bibe mînak.” -
NPG’ê bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir
Li gorî bîlançoya şer a sala 2023’an a Fermandariya Biryargeha NPG’ê, gerîlayan 1712 çalakî pêk anîn û 928 dagirker ceza kirin. Êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî di nav de, dagirkeran 2969 caran êrîş kir. 179 gerîla jî şehîd bûn. -
Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
Li Sêrtê endamên PM’ê yên DEM Partiyê û Hevserokên DBP’ê yên bajêr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Li Şengalê komkujî: Balafirên Tirk 5 karker qetil kirin
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî konên karkerên ku li herêma Kora Simoqyayê bîrên avê dikolan kirin, 5 karker hatin qetilkirin. -
Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir. -
Şandeya RJAK û Tevgera Azadî li Kerkûkê serdana Xiristiyanan kir
Şandeya RJAK û Tevgera Azadî li Kerkûkê bi boneya sersala nû serdana nûnerên Mesîhiyan kir. -
YRK: Dewleta Tirk li Pênciwênê cihên sivîlan kir hedef
YRK’ê ragihand ku di êrişên li ser Pênciwênê de tu windahiyên wan nîne û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî êrişên qirkirinê rabin. -
Hatîmogûllari: Heta ku kujer hesabê didin wê têkoşîna me bidome
Qurbaniyên Komkujiya Roboskê di salvegera 12’emîn de hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û got: “Heta ku kujer hesabê didin wê têkoşîna me bidome.” -
‘Pêwîstiya cîhan û Rojhilata Navîn bi Rêbertî heye’
Çalakvanên Wargaha Penaberan a Mexmûrê çalakiya girtiyên zindanan û dayikên di nobeta edaletê de silav kirin û wiha gotin: “Divê demildest Rêbertî azad bibe.” -
Nûnertiya Kongra Star a li Herêma Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
Nûnertiya Kongra Star a li Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Divê bê zanîn em ê bi berxwedan û sekna gel, asta şoreş û têkoşînê bilind bikin û dijminê faşît têk bibin.” -
Zîlan Vejîn: Em ê jiyaneke azad bi gelê xwe bidin qezenckirin
Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku pirsgirêkên li Rojhilat û Îranê encex wê bi rêyên demokratîk çareser bibe û got: “Em ê pir bixebitin û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Di encama vê de jî em ê jiyaneke azad bi gelê xwe bidin qezenckirin.” -
HPG: Hevrêyên me Havîn û Delîl şehîd bûn
HPG’ê got: “Armanca herî mezin a hevrêyên me Havîn û Delîl ew bû ku bibin hevrêyên baş ên Rêber Apo. Xwestin bibin fedayiyên ku azadiya gelê me mîsoger bikin. Bi ked û tevlîbûnên xwe yên bi cesaret a di qada şer de, gihiştin vê armanca xwe.” -
Ozdemîr: Berpirsê komkujiya Roboskî dewlet e, lewma divê dewlet were darizandin
Alîkarê Serokatiya Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku berpirsê Komkujiya Roboskî dewleta Tirk e û got: “Yê ku divê were darizandin jî, dewlet bi xwe ye.” -
Ji bo rojnamevan Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, serî li NY’ê dan
Ji bo Edîtorê Rojnews’ê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, serî li NY’ê hate dayîn. -
Li Serhedê bi sedan jin bernamzet in
Li herêma Serhedê li gorî salên borî hejmara jinên ku ji bo namzetiya DEM Partiyê serlêdan kirine zêde bûye. -
Êrîşî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin
Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi droneyan êrîşî baregeha hêzên Emerîka ya li nêzîkî Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê kir. -
Dewleta Tirk 5 caran gundên Silêmaniyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 5 caran bombe li gundên Kanî Mîran û Salyawayê yên navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê barandin. -
Li Nisêbînê 9 tax hatin 'qedexekirin'
Dewleta Tirk 9 taxên Nisêbînê 'qedexe' kir. -
Li Çemçemalê êrîşa bi balafirên bêmirov û biçek
Bi balafirên bêmirov û biçek êrîşî gundê Tûteqela ya Çemçemalê hate kirin. -
Dîmenê çalakiya li Girê Amediyê hate weşandin
Dîmenê çalakiya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 20’ê Cotmehê bi taktîka sekvaniyê pêk anîn, di Gerîla TV de hate weşandin. -
HPG'ê şehîd Dîlan Cizîr bi bîr anî
HPG'ê Dîlan Cizîr bi bîr anî ku 27'ê Kanûna 2017'an şehîd bû û soza serxistina armanca 'Rêbertiya Azad, Kurdistanê Azad' dubare kir. -
Fermandariya Biryargeha NPG’ê hêzên Operasyona Şoreşgerî pîroz kir
NPG’ê gerîlayên ku li 4 deveran operasyonên şoreşgerî pêk anîn, pîroz kir. Ji bo dewleta Tirk a ku êrîşî Rojava dike, jî wiha got: “Dewlet û artêşeke xurt û mert, wê li dijî hêza leşkerî ya li hemberî xwe şer bike. Berê xwe nade sivîlên bê parastin.” -
Emer Saleh: Fikrên Rêber Apo ji Şengalê belavî her derê dibe
Endamê Desteya Eşîran ê Şengalê Emer Saleh anî ziman ku di sala 2023’yan de ji Bexda heya Mûsilê, ji Silêmaniyê heya Ewropayê xebatên dîplomatîk ên xurt hatine meşandin û got, "Fikrên Rêber Apo ji Şengalê belavî her derê dibe." -
KCK: Ji bo hesabê Roboskî bê pirsîn divê têkoşîn bê mezinkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî peyamek weşand û ji bo hesabê komkujiyan bê pirsîn bang li her kesî kir ku hîn bêhtir têbikoşin.