Li Mexmûrê bîranîna sê şehîdan

Şehîd Ehmed Rûbar, Dilxwaz Gabar û Cemîl Cûdî li Mexmûrê hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarên HPG’ê Ehmed Rubar (Mehmed Erdogan), Dilxwaz Gabar (Mehmet Dogan) û Şervanê HPG’ê Cemîl Cûdî (Mihemed Taha) ku di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medyayên şehîd bibûn bi nîşandan sînevîzyonekê hatin bîranin.

Di destpêka merasîmê de di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê Berdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos axivî.

Sarya Marînos di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hemû şehîdên azadiya Kurdistanên xwedî kedek mezin ya jiyanê ne û wiha got: “Heval Ehmed û Heval Dilxwaz her yekê 30 salan, li çiyayên Kurdistanê, deşt û zozanan li hemberî dijmin li berxwedan. Em çi gotina bibêjin em nekarin qehremantiya Heval Ehmed, Heval Dilxwaz û Heval Cemîl vebêjîn. Lê em dikarin bi piratîka xwe bibin layîqê wan. Belku her hevalek ji wan bi dehan car birîndar bûn lê rojekê ji dest ji têkoşîna xwe bernedan. Pêwîste wek gelê Kurd em ala şehîdên xwe yên di niviyê de mayî bigihînin serkeftinê.”

Piştî axaftinên sînevîzyonekî têkildarî jiyana hersê şehîdên azadiya Kurdistanê hat nîşandan.

Merasîm bi bilind kirina ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire xiyanet’ bi dawî bû.