BI DÎMEN

MAK’ê li Amedê çalakiya sabotajê kir

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan tesîsa binesaziya ku elektrîkê dide lojmanên dadgêr û dozgeran bi taktîkê sabotajê îmha kirine.

MILÎSÊN AZADIYA KURDISTANÊ

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan şeva 22’ê Gulanê di saet 01:30’an de li dijî tesîsa binesaziya ku elektrîkê dide lojmanên dadgêr û dozgeran çalakiya sabotajê kirine.

Têkîldarî çalakiya sabotajê ku tesîs hat îmhakirin û teqîneke mezin çêbû, ev tişt hatin gotin: "Dadger û dozgerên dewleta Tirk ku dixwazin Kurdistanê di tarîtiyê de bihêlin, li dijî têkoşîna rewa ya gelê me her roj bi awayekî bêedalet êrîş dikin û bi hezaran hevreyên me bi hincetên vala dixin zindanan, wê di malên xwe de rehet nebin.”