Li Rojhilatê Kurdistanê sê kesên din hatin binçavkirin

Dewleta Îranê ku li Rojhilatê Kurdistanê kampanya zextê zêde kiriye, li Ûrmiye û Pîranşarê bêyî hincetan nîşan bide herî kêm 3 kes binçav kir.

Hate ragihandin ku doh hêzên dewleta Îranê bêyî biryara dadwer, li Urmiye û Pîranşar bi ser mala 3 welatiyên Kurd de girtin û wan binçavkirin. Lê nayê zanîn ku her sê welatî bi kuve birine.

Girtin û cezakirina çalakvanên siyasî û sivîl li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewame.

Li gorî agahiyên di medya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, doh hêzên dewleta Îranê bêyî biryara dadwer, li Urmiye û Pîranşar bi ser mala 3 welatiyên Kurd de girtin û wan binçavkirin.

Hate destnîşankirin ku hêzên dewleta Îranê li Urmiyeyê bi hejmarek zêde ya wesayîtên leşkerî ser bi mala welatiyek ji gundê Ebdî Beg yê ser bi navçeya Somabradostê yê Urmiyeyê de girtine.

Hêzên dewleta Îranê di serdegirtinê de welatiyê bi navê Seîd Zahid Musewî (60) binçavkirine û ber bi cihek nediyar ve birine.

Her wiha hate ragihand ku duh hêzên dewleta Îranê bêyî biryara dadwer, li bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê bi ser mala du welatiyên Kurde girtine û her duyan binçavkirine.

Li gorî hatine binçavkirin kesên hatine binçavkirin bi navê Selah Sultanî xelkê gunêd Serukanî û Emîr Feqî xelkê gundê Xurincî yên ser bi bajarê Pîranşarin.

Hate diyarkirin ku hêzên dewleta Îranê her du welatiyan ber bi cihek nediyar ve birine.

Hêjayî gotinêye ku heta vê kêliyê jî ti agahî di derbarê cih û rewşa her du welatiyan de nehatiye parvekirin.