Milîsên HBDH'ê li Stenbolê agir berdan 2 febrîqeyan

Milîsên Ferhat Kûrtay ên HBDH'ê ragihandin ku li dijî operasyonên leşkerî û siyasî wan li Sûltangazî ya Stenbolê agir berdan febrîqeyên tekstîl û pêlavan.

DAXUYANIYA HBDH'Ê

Di daxuyaniya Milîsên Ferhat Kûrtay ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "18'ê Gulanê saet di 18:00 de li taxa Ûgûr Mûmcû ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê febrîqeya testîlê û febrîqeya pêlavan ji aliyê Milîsên Ferhat Kûrtay ên HBDH'ê ve hatin şewitandin. Di encama çewatê de zerareke mezin a madî li febrîqeyan bû û bi temamî şewitîn."

Hate ragihandin çalakî weke bersiva li tecrîd û êşkenceya li zindanên Tirkiye û Kurdistanê hatiye kirin.