BI DÎMEN

Li Amedê protesto: Em ê heta azadiyê têbikoşin

Cezayên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew ê gav paşve neavêjin û têkoşînê mezin bikin.

DOZA KÛMPASÊ HAT PROTESTOKIRIN

Cezayên di Doza Kobanê de hatin dayîn li Amedê hatin protestokirin. Çalakiya “Hevdîtina azadî û edaletê” bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat lidarxistin û bertek nîşanî cezayan hate dayîn. 

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakvan li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê hatin gel hev. Beşdaran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û pankarta “DAÎŞ’ê winda kir, ên xwedî lê derdikevin jî dê winda bikin” hilgirtin. Her wiha wêneyên siyasetmedarên girtî hatin hilgirtin. Çalakvanan bi tûtik û tililiyan deng derxistin û biryar protesto kirin. 

Polîsan hewl dan girseyê asteng bikin ku nekarin li pêşiya avahiya partiyê meşê li dar bixin. Polîsan xwestin ku pankarta “DAÎŞ’ê winda kir û dê yên xwedî lê derdikevin jî winda bikin” bê rakirin. Lê girseyê guh neda û ber bi Cadeya Îstasyonê ve dest bi meşê kir. Li hinek deveran polîsan hewl dan girseyê bidin sekinandin lê girseyê meşa xwe domand. Polîsan nehiştin rojnameger dîmenan bikişînin. Di tevahiya meşê de meşvanan dirûşma “Amed ne razê xwedî li vîna xwe derkeve” berz kir. 

Meş, li Cadeya Îstasyonê ku DAÎŞ’ê di 5’ê hezîrana 2015’an de êrîş lê kiribû bi dawî bû. Hatîmogûllari piştî meşê axivî û biryarên di Doza Kobanê de weke “qirkirina hiqûqê” nirxand. Hatîmogûllari, wiha domand: “Zêdetirî 407 sal cezayê girtîgehê li hevalên me hatin birîn. Hevalên me li dijî rejîma otorîter, mafên mirovan, mafên elewiyan, jinan, xwezayê, mirovan û hemû cudahiyên li welêt parastin. Parastinên ku dê li fakûlteyên hiqûqê weke ders bên dayîn kirin. Peyama ‘em bi serfirazî li ber xwe didin, hûn jî bi serbilind li ber xwe bidin’ dan.” 

'EM Ê PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN’

Hatîmogûllari, diyar kir ku li dijî biryarên di Doza Kobanê de kampanya dane destpêkirin û wha pê de çû: “Ev biryar ne biryarên hiqûqî, biryarên siyasî bûn. Îdianameyên vê doza kompasê li qesra Erdogan û navenda giştî ya şirîkê wî yê biçûk hatine amadekirin. Doza tolhildana ji HDP’ê, bindestsan û gelê Kurd e. AKP-MHP’ê diqotin qey dê serî bi me bidin tewandin. Lê HDP’ê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê serî netewandin. Em şoreşger, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr careke din li Amedê soz didin ku dê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin. Me mil daye milê têkoşîna gelê Kurd û dê ji vê venegerin.” 

Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “HDP’ê dema di 2015’an de li vê qadê mitîng li dar dixin, pêşiya DAÎŞ’ê hate vekirin û li vir bombe hatin teqandin. Dê kesên li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşiya DAÎŞ’ê vekirin tam jî li vê derê bên darizandin. Em serbilindin ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan. Me di berxwedana Kobanê de rê neda DAÎŞ’ê û dê nedin jî. 

Dema me meş li dar xistî bi dehan caran pêşiya me girtin. MÎT û îradeya siyasî yên digotin ‘em nahêlin çûk jî bifire’, komkujiya DAÎŞ’ê temeşa kirin û rê li ber vekirin. Vaye têkoşîna me tam jî ev e. Em kampanyaya xwe li Amedê, li Qada Stasyonê ku DAÎŞ’ê komkujî lê kiribû didin destpêkirin. Em ê biçin cihên komkujî lê hatine kirin û bîranîna li dar bixin. Em li dijî kesên ev komkujî pêk anîn têkoşiyan lewma kompasa doza Kobanê amade kirin. DAÎŞ cara ewil li Kobanê têk çû. Hemû cîhan xwedî li vê berxwedanê derket. Ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê deng veda.”