JIN
Hemû Nûçe
-
Li Ege bernameya 25’ê Mijdarê ya jinan
Bernameya çalakiyên ku wê bi boneya Roja Têkoşîna Navnetewî ya Dijî Şîdetê ya li Ser Jinê li gelek bajarê herêma Ege’yê werin lidarxistin diyar bû. -
MLKP: Em şerê li dijî serweriya mêr û faşîzmê mezin dikin!
Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê bi gotina, "Têkoşîna li dijî serweriya mêr divê tevî têkoşîna li dijî faşîzmê bê meşandin" ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir. -
KJAR: Li dijî rejîmên dijminatiya jinan dikin em têkoşînê geştir bikin
KJAR: Li dijî şîddeta li ser jinan, xwekuştin, zewaca di zaroktî de, cînayetên namûsê, sîxurkirin, fihûş û tiryakê divê em bibêjin êdî bes e. -
Ji bo jin û kurê wê yê li Kolnê hatin kuştin, çalakî hate lidarxistin
Jinan ji bo jin û kurê wê ku hefteya derbasbûyî ji aliyê hevserê xwe yê jê cihê bû ve hatin qetilkirin, li Kolnê çalakî li dar xistin. -
Li Fransayê şîdeta nav malê herî kêm sedî 10 zêde bûye
Li gorî daneyên Wezareta Karê Hundir ê Fransayê eşkerekirî sala 2020’an şîdeta nava malê herî kêm ji sedî 10 zêde bûye. -
YPJ banga yekbûyîn û rêxistinbûnê li jinan kir
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kir ku bibin yek û xwe rêxstin bikin. -
‘Bi xwerêxistinkirinê em ê jiyan û civaka azad biafirînin’
Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê didome. Jinan derbarê xwerêvebirin û avakirina jiyana azad peyam dan. -
Li Amed û Stenbolê jin daketin qadan
Li Amed û Stenbolê tundiya mêr-dewletê hate şermezarkirin û hate ragihandin ku wê 25'ê Mijdarê berxwedanê mezin bikin. -
TJA'yê rapora li ser tundiya li jinê eşkere kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) rapora li ser tundiya li jinê ya li Bakurê Kurdistanê eşkere kir. -
Li Kerkûkê RJAK’ê rêzesemînerên 25’ê Mijdarê lidar xist
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) li bajarê Kerkûkê rêzesemînar lidarxist. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyanî dan
"Di vê rojê de cardin em hevpeymaniya xwe ya serxistina têkoşînê nû û bi hêz bikin. Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jinê têkoşînê berfirehtir bikin." -
Encamnameya kongreya 4'emîn a SMJÊ hate eşkerekirin
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), encamên kongreya xwe ya 4'emîn eşkere kir. -
Li Wanê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê Nûrcan T. ku dixwest du zilamên ku ketibûn nîqaşê ji hev veqetîne, bi çek hat qetilkirin. -
Li Montpellîerê meşa 25’ê Mijdarê
Bi munasebeta roja 25’ê Mijdarê meşek hat lidarxistin û şîdeta li ser jinê hat şermezarkirin. -
Civîna 25’ê Mijdarê li Grîngy hat lidarxistin
Jinên Kurd bi munasebeta 25’ê Midjarê Roja Têkoşîna Navnetewî li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li Grîngy ya herêma Parîs a Fransayê civînek lidarxistin. -
Li Stenbolê jinan ruxmê astengiyan derketin kolanan
Li ser banga Piştewaniya Jinê ya Sûltangazî ya Stenbolê ya bi munasebeta 25’ê Mijdarê jin bi ruxmê astengiyên polîsan meşiyan. -
Jinên Êzîdî yên li Ewropayê komî ser hev bûn
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî li Lohne ya Elmanyayê kongreya xwe ya 4'an pêk anî. Kongre diyarî Bêrîvan Şengalî hate kirin û hate gotin li dijî êrîşan hewceyî bi têkoşîneke bêhtir rêxistinî heye. -
Li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Tevgera Jinên Azad (TJA) û TUHAY-DER'ê li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyanî dan
Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, destnîşan kirin ku jinên Kurd bûne hêvî. -
TJA li dijî çeteyên bi desteka dewletê banga rêxistinbûnê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî çeteyên fihûş û tiryakê yên bi desteka dewletê yên li Colemergê bang li gelê Kurd kir ku, ''bihisyar bin û bi rengekî xurt rêxistiniya berevaniyê bikin.'' -
KJK: Dem dema jinê, şoreşê û azadiyê ye!
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û diyar kir ku dem dema jinê, şoreşê û azadiyê ye. -
Jin li Frankfûrtê jî li qadan bûn
Li Bajarê Frankfûrtê bi pêşengiya YJK-E Hessen û bi tevlêbûna saziyên jinan meş û mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Kîelê çalakiya protestoyî hat lidarxistin
Li bajarê Kîel a Almanya dewleta Tirk a ku sûçên şer dike û polîtîkayên dewleta ên pênaberan hat protesto kirin. -
Di meşa li Dusseldorfê cih ji jinên hatinî qetilkirin re hat veqetandin
Meşa li Dusseldorfê bi tevlêbûneke berfireh rengîn derbasbû. Ayten Kaplan diyarkir ku ew dirûşmeya “Em bi jina azad civaka azad biafirînin” esas digirin û got, “Eger em civakê neguherînin divê jibîr nekin ku emê tim rastê şîdet û qetlîamê bibin.” -
Li Berlînê mîtînga 25 Mijdar
Bi vesîleya 25’ê Mijdarê li Nettelbeekplatz a Berlînê mîtîngek hat lidarxistin, hate gotin ku qetlîamên jinan polîtîk e.