ROJEVA 8’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê wê bêne şopandin.
Soydan Akay ku piştî 32 salan hate berdan, anî ziman ku pêvajoya aştiyê divê bi perspektîfeke demokratîkbûnê ya berfireh bê nirxandin û got, “Ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye.”
Hevdîtinên gel ên piştî banga Rêber Apo destpê kirin, dewam dikin. Alîkarê Hevserokê Bajarê Amedê yê DEM Partiyê Celal Alphan diyar kir ku gel di vê pêvajoyê de bi kelecan e û got, “Gel dixwaze dewlet tavilê gavên şênber biavêje.”
Civîna Koma Meclîsê ya DEM Partiyê wê were şopandin.
Dilxwaz Germiyan ku li ser xeta Şehîd Helmet û Viyan tevlî têkoşînê bû, bi berxwedan û biryardariya xwe ya xurt nîşan da ku ruhê neteweyî û hestên welatparêziyê ti carî li vî warî tine nabin