Jinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyanî dan

"Di vê rojê de cardin em hevpeymaniya xwe ya serxistina têkoşînê nû û bi hêz bikin. Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jinê têkoşînê berfirehtir bikin."

Jinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da. Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) Hevserok Juliyeta Aram daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabel, 25'ê Mijdara 1960'î dema ku li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriyê têkoşiyan, cenazeyên wan li ber zinarekî hatibûn dîtin. Her sê xwişk rastî destdirêjiyê hatin û bi rengekî hovane hatin kuştin. Sê xwişkên Mîrabel bûn sembola têkoşîna li dijî dîktatoriyê.

Vê bûyerê li gelemperiya cîhanê deng veda. Neteweyên Yekbûyî li ser vê yekê, 17'ê Kanûna sala 1999'an biryar da ku 25'ê Mijdarê bibe 'Roja Têkoşîna Navneteweyî ya ji bo Rakirina Tundiya li Jinê'.

Weke Neteweya Jin û wek civaka mirovahiyê di cîhaneke dûrî azadî, wekhevî, aştî û aramiyê de dijîn. Pirsgirêkên ku jin, neteweyên bindest, komcivak û mirovahî dijîn di bingehê de xwe dispêrin şekilgirtina hişmendiya mêr. Bi avabûna yekemîn saziya parastina vê hişmediyê dewlet re ku her çûye ev pirsgirêk kûrtir û mezintir bûne.

Jinan û mirovahiyê li hember hişmendiya mêr-dewletê tu caran serî netewandine û di her firsendê de têkoşîn, berxwedan meşandine û serî rakirine. Bi vî rengî pergala mêr xwe li ser bingeha serdestiya yek cins, yek reng, yek pergal, yek al û yek netewe ava kiriye. Lewma dîroka mirovahî tevî ku tije şer, kuştin, komkujî, talan, êriş, dîlgirtin, tacîz lêdan û tecawiz, qirkirin e, li aliyê din tije serî rakirin, fedakarî, ked, têkoşîn, berxwedan û avakirin bûye. Pergala serdest a mêr ji dîrokê heya niha ne tenê di warê hişmendî û pergalî de xwe li hember têkoşîn, hişmendî û çanda civaka jin, hişk kiriye û di nehatina guhertin û veguhertinê de israr kiriye, di heman demê de bi vê hişmendî û rewşa xwe xitimandinekî mezin re rê vekiriye. Lê êdî tê zanîn ku xitimandin ne ji xeta jin, neteweyên bindest û her wiha civaka mirovahiyê ye. Xitimandin ji hişmendî û xisletê mêr-dewletê çavkaniya xwe digire.

Li ser vê bingehê, bi wesîleya roja 25’ê Mijdarê em bang li tevahî jinan dikin da ku vê rojê li qadan bin û banga xwe ya jiyana azad û wekhev bilind bikin. Di vê rojê de cardin em hevpeymaniya xwe ya serxistina têkoşînê nû û bi hêz bikin. Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jinê têkoşînê berfirehtir bikin. Yekîtîya rih, rêxistin, fikir, têkoşîn û jiyanê ava bikin. Bi tekoşîna xwe ya hundûrîn bigihînin hebûna xwe ya rastîn û bi têkoşîna dijî pergala mêr cîhanek demoratîk ya jinan û gelan ava bikin."