Li Wanê jinek hat qetilkirin

Li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê Nûrcan T. ku dixwest du zilamên ku ketibûn nîqaşê ji hev veqetîne, bi çek hat qetilkirin.

Li taxa Ezik a girêdayê navçeya Erdîş a Wanê hat îdiakirin ku jina bi navê Nûrcan T. (45) ya ku hewlda xezûr H.T. û hevserê xwe B.T. ku ketibûn nîqaşê ji hev veqetîne, xezûrê wê bi çeka xwe gule berdide Nûrcan T. û bi giranî birîndar dibe.

Nûrcan a ku bi alîkariya şêniyên derdora cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletî ya Erdîşê jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku têkildarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û kiryar H.T jî hatiye destgîrkirin.