Civîna 25’ê Mijdarê li Grîngy hat lidarxistin

Jinên Kurd bi munasebeta 25’ê Midjarê Roja Têkoşîna Navnetewî li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li Grîngy ya herêma Parîs a Fransayê civînek lidarxistin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Grîngyê civînek hat organîzekirin.

Li salona civînê wêneyên di serî de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku sala 2013’an li Parîsê hatibû qetilkirin û gelek jinên berxwedêr hatin daliqandin.

Aktîvîsta jin Leyla Şoreşger li ser navê NCDK-Grîngy têkildarê girîngiya dîrokî ya derketina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê axaftinek pêşkêş kir.

Şoreşger bal kişande ser Peymana Stenbolê û diyarkir ku bi xwevekişîna Erdogan ji peymanê re rê li ber siyaseta bêcezatiyê hat vekirin. Her wiha anî ziman ku diyanet fetvayan dide û desthilat jî van fetvayan erê û teşwîq dike û mekanîzmayekî ku li ser bedena jinê siyasetan hildiberîne dixebitînin.

Şoreşger di dewamê de got ku dizanin eger ku îro jin li Rojhilata Navîn winda bike wê her kes winda bike, lewma hemû lîstokên xwe yên qirêj li ser jinan birêve dibin. Şoreşger axaftina xwe domand û got ku Rêberê Gerê Kurd Abdullah Ocalan xeta azadiya jinê parast û bi bihêzkirina pardîgmayeke wiha pêşkêşî jinên cîhanê kir û diyarkir ku ewê îro jina azad ya Sakîne Cansiz û Rêberê Gelê Kurd dixwest biafirînin.

Leyla Şoreşger di beşên din ên axaftinên xwe de ji bo saziyên jin ên li Ewropayê anî ziman, “Li her devera Ewropayê saziyên me yên jinan hene, eger em bi tevlêbûna wan hemû saziyan têkoşîna xwe bilind bikin vêçaxê em dikarin azad bibin.”

Şoreşger xîtabê mêrên ku li salonê amade bûn kir û got, “Bila tu mêrek ji azadbûna jinê, pêşveçûna wê ya ji bo pêşerojê û rakirina rol û mîsyonên girîng ên di civakê de netirsin û zextê lê nekin, ji ber ku ev rizgarî ne tenê ya jin, rizgariya me hemûyan e.”