Li Berlînê mîtînga 25 Mijdar

Bi vesîleya 25’ê Mijdarê li Nettelbeekplatz a Berlînê mîtîngek hat lidarxistin, hate gotin ku qetlîamên jinan polîtîk e.

Li Paytexta Elmanya Berlînê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê, Tora Dijî Qirkirina Jinê (Netzwerk gegen femînîzîde) mîtîngek organîze kir.

Jinan li Nettelbeekplatzê ku weke “Meydana berxwedanê” bi nav kirine hatin cem hev. Li wir axaftin hatin kirin.

Di daxuyaniye Yekîtiya Jinên Sosyalîst de hate gotin ku qetlîamên jinan yên li Elmanya çêdibin ne yekane ye, polîtîk in.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinê ya Dest-Danê jî wiha hat diyarkirin ku jinên Kurd têkoşîna li hemberî çanda tecawîzê ya sîstema zilamsalar afirandî didomînin û bi anîna rehendek nû ji feraseta namûsê re hişmendiyên desthilatxwaz xistine bin lêpirsînê.

Di mîtîngê de her wiha wêneyên Denîz Poyraz, Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz û Roza Lûxembûrg ku hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Mîtîng bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.