Ji bo jin û kurê wê yê li Kolnê hatin kuştin, çalakî hate lidarxistin

Jinan ji bo jin û kurê wê ku hefteya derbasbûyî ji aliyê hevserê xwe yê jê cihê bû ve hatin qetilkirin, li Kolnê çalakî li dar xistin.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Zora, ji bo jin û kurê wê yên koçberên Tirkiyeyî ku çend roj berê li çemê Niehlê mirî hatin dîtin, çalakî hate lidarxistin.

Cesedê jin a 24 salî ku ji aliyê hevserê xwe yê berê yê jê cihê bû ve hate qetilkirin, tevî cesedê kurê wê yê 4 salî bi 15 kîlometreyî dûrî Bendera Niehlê li Worringenê hatibûn dîtin.

Jin li taxa Kalkê li hev civiyan ku jina hate qetilkirin piştî ji hevserê xwe cihê bû lê dima û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Jinan ji bo bîranîna jin û kurê wê yên hatin qetilkirin find vêxistin û qurnefîl danîn.