Li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

Tevgera Jinên Azad (TJA) û TUHAY-DER'ê li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin.

TJA û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de işaret bi binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan hate kirin.

Di daxuyaniya li pêşiya Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar û Dilşat Canbaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan amade bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût got, "Em li qadan, hevalên me yên girtî jî li girtîgehan têdikoşin. Li her derê jin xwe bi rêxistin dikin, jin xurt dibin. Jin wê heta azadî û wekheviya li vê xakê têbikoşin."

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî nerazîbûn nîşanî Qanûna Înfazê da ku bi rêya vê qanûnê girtî cara duyemîn mexdûr bûne.

Parlamentera HDP'ê Pero Dundar jî destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne êşkencexaneyê û got, "Ev yek ji Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav bû. 22 sal in li ser lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ev sîstem kengî tengav dibe êrişî Kurdan dike, êrişî jinan dike. Kujerên jinan li derve digerin, lê êşkence li siyasetmedaran tê kirin. Me li hemberî vê yekê ti carî serê xwe netewand, em ê serî netewînin. Êşkenceya tê kirin sûc e û em ê li ber rabin."

Li Îzmîrê jî endamên TJA û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Sumerbank a Kevn a li Konakê daxuyanî da.

Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu jî tevlî çalakiyê bû û hate ragihandin ku binpêkirina mafên jinan ên li girtîgehan bi hinceta şewbê dewam dikin.

Hate ragihandin ku ev êrişên li dijî jinên girtî xizmetê ji aqlekî sîstematîk re dikin û hate gotin, "Li dijî zext û êrişên li dijî girtiyên jin, em ê li her qadê di her şert û mercî de têbikoşin."