Li Stenbolê jinan ruxmê astengiyan derketin kolanan

Li ser banga Piştewaniya Jinê ya Sûltangazî ya Stenbolê ya bi munasebeta 25’ê Mijdarê jin bi ruxmê astengiyên polîsan meşiyan.

Çalakî li ber qereqola kevn ya li Sûltangaziyê destpêkir. Li wir jinan xwestin ber bi Gazî Cemevî ve bimeşin, polîsan hewldan asteng bikin.

Li ser wê yekê jinan bi rengê kom bi kom meşa xwe bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Cînayetên jinan polîtîk e” domandin.

Di nava meşê de jinan bi lêxistina fîtik û çepikan polîs şermezarkirin. Şêniyên bajêr yên derbasdibûn jî bi çepikan piştgirî dan jinan.

Bi dehan jin dema gihîtin ber Gazî Cemevî daxuyaniyek dan.

Di çalakiyê de ku dovîza li ser hatibû nivîsandin “Ji şîdeta zilam re bêje bisekine” bal dikişand, endama Piştewaniya Jinê Fîlîz Ok axifî û diyarkir, ji bo ku jinan li hemberî şîdetê bêparastin bihêlin mafê wan a hevberdanê hatiye xesbkirin û bi sîstemên nevbeynkar re hewl tê dayin ku hevberdanan asteng bikin.

Ok di dewamê de anî ziman, “Yasayên ku jinan li hemberî şîdetê diparêze nerm dikin, xwegihandina malên stargehî zehmet dikin. Yekeyên jinan yên şaredariyên ku bi marîfeta qeyyûman xesbkirinî tên girtin. Tê xwestin destketiyên me yên mîna Peymana Stenbolê û madeya 6284 ku dikare wek garantiya jiyana me bê hesibandin tunebikin.”

Ok her wiha bertek nîşanî vê yekê da ku bi şewba Covîd-19’ê re hewl hat dayin ku destektiyên jinan werin tunekirin û mêtingeriya li ser keda jinê qat bi qat zêde bûye.

Ok bal kişande ser polîtîkaya bêcezatiyê ya li hemberî şîdeta zilam û wiha pêde çû: “Emê pirsîna hesabê Rabîa Naz, Nadîra Kadîrova û Gulistan Dokû ku di cînayetên bi guman de jiyana xwe ji dest danî bidomînin. Çima tecawîzkar çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku bû sedemê mirina Îpek Er destpêkê hat girtin û piştre serbest hat berdan? Em biriyarên cezayê yên danî Nevîn Yildirim, Hulya Halaçkaya û Çîlem Dogan ku mafê xwe parastinê ya ji bo jiyanê ya wan nas nekirin qebûl nakin û em dengên wan vediguhazînin qadan.”

Fîlîz Ok di dawiyê de destnîşan kir ku ewê heya mafên xwe nestînin wê li qadan bin.