Encamnameya kongreya 4'emîn a SMJÊ hate eşkerekirin

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), encamên kongreya xwe ya 4'emîn eşkere kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ku 20'ê Mijdara 2021'ê li bajarê Lohne yê Elmanyayê kongreya xwe ya 4'emîn li dar xist, encamên kongreyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li gel Nûnerên Meclîs û komînên jinên Êzîdî, gelek mêvan li kongreyê amade bûn. Kongre bi dirûşma 'Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşî li fermanan bigrin' pêk hat. Kongre bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê cangoriyên şoreşa Kurdistanê û yên 74 Fermanan dest pê kir. SMJÊ kongre diyarî cangorî Dinya Seîd Hesen bi nasnav Bêrîvan Şengalî kir, ku di 22’ê Mijdara 2015'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû. 

Bi navê Yekîtiya jinên Elewî a Demokratîk, Meclîsên Gundên Êzidiyan, Jinên Êzidî yên Efrînê û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê gelek sazî û rêxistinan peyamên piştgiriyê dan. Di peyaman de li dijî her cûreyên êrişan girîngiya têkoşîna hevpar hat destnîşankirin.

Di kongreyê de bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, tundiya li jinê hate nirxandin û jinên ku ji aliyê pergalê ve hatine qetilkirin hatin bîranîn.

Yek ji sernavên herî girîng ên nîqaşan jî xwerêxistinkirin bû. Hate gotin ku divê jineke bi tenê jî bêrêxistin neyê hiştin. Di serî de jinên Êzidî tevahî civaka Êzidî divê li ser esasê xwedîderketina li ol, ax, çand, ziman û hebûna xwe berxwedana xwe bilind bike.

Ji ezmûnên van 7 salan jî hat dîtin ku devera rêxistin lê hebe tu hêz nikare bi hêsanî êriş bike û encam bistîne.

Ji ber vê yekê xweserî û statuya Şengalê dikare bi mezinkirin û xurtkirina rêxistinê misoger bibe. Ew jî wê bi pêşengiya jinan pêk bê. Çawa dijminê jin û civakê xwestin bi êrişên li dijî jinan encam bigrin divê statu û xweseriya Şengalê jî bi pêşengiya jinê pêk were.

Her wiha hat diyar kirin ku li dijî paşverûtiyên civakê û tifaqa mêr-dewletê ku, destdirêjî, kuştin û xwekuştinê li jinan ferz dike têkoşîn bê bilindkirin. Piştî nîqaş û peyaman rêveberiya nû ya Sîwana Meclîsên jinên Êzidî ji 22 kesan hat hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de ji bo serketinên salên dawî ji Meclîs û Komînan re xelat wek Spasname hatin dayin. Kongre bi Qewil û stranên Koma Zarokên rojê bi dawî bû.

BIRYARÊN DI KONGREYÊ DE HATIN WERGIRTIN

Çend biryarên ku di kongreyê de hatin standin wiha ne; 

- Ji bo statuya Şengal û qebûlkirina xweseriya Şengalê xebatên siyasî û dîplomatîk  bên meşandin. Projeyên ji bo jinûveavakirina Şengalê, projeyên ji bo jinên rizgarkirinê werin xurtkirin, projeyên ji bo zarok û ciwanan werin berfirehkirin.

-Wek SMJÊ, em ê xwe li ser bingeha neteweya demokratîk bi rêxistin bikin û xebatên xwe li ser bingeha hişmediya azadiya jin û civakê bimeşîne, projeyan biafirînin, jin û civakê li ser vî esasî birêxistin bikin.

-Weke Sîwan em ê di çarçoveya pêngavên 'Li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê dem dema azadiyê ye' û li dijî qirkirina jin û civakê dem dema jin û civaka azad e kar bikin.

- Pergala Modernîteya Kapîtalîst têkbirina jiyana civakî, çandî û jiyana komînal, xistiye navenda xwe. Li dijî van êrişan em ê li her qadê jiyanê xwe bi rêxistin bikin. Bi dirûşma divê yek jinek bê rêxistin nemîn tevbigerin.

​- Li dijî qelen, zewaca berdêl, zewaca bi darê zorê, zewaca di temênê bicûk de, li dijî tundiya nava malê, kuştin û kuştinên jinan têkoşînê mezin bikin.

- Bi Jinên ku tundî li wan tê kirin wê têkilî bên xurtkirin, bi rêya meclîs û komînan ji bo wan proje bên pêşxistin û alîkariya pêwist bê dayin.

- Her meh di çarçoveya seferberiya perwerdeyê de ji bo komîn û komîteyan perwerde bên dayin.

- Pirtûka Binevş Agal a bi navê Serhildan li her komîne weke amûreke perwerdeyê bê nirxandin.

- SMJÊ wê bi awakî çalak beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê bibin û çalakiyan organîze bikin.

- 27’ê Mijdarê li Berlînê qedexeya li ser PKK’ê tê protestokirin. Di serî de Berlîn, SMJÊ wê xurt tevlî çalakiyên li bajar û herêman bibin."