TJA li dijî çeteyên bi desteka dewletê banga rêxistinbûnê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî çeteyên fihûş û tiryakê yên bi desteka dewletê yên li Colemergê bang li gelê Kurd kir ku, ''bihisyar bin û bi rengekî xurt rêxistiniya berevaniyê bikin.''

TJA'yê piştî ku li navenda bajêr, navend û gundan jinek hate kuştin û kirin ku jinek xwe bikuje daxuyaniyeke niviskî da.

TJA'yê diyar kir çeteyek jinan ber bi fihûşê ve tehf dide û bi bîr xist piştî ku çeteya fihûşê derketî holê li bajêr çavdêrî kirin.

TJA'yê diyar kir AKP hemû nirxên mirovî binpê dike, hewl tê dayin zemînek were çêkirin ku heqîqet were bêmanekirin.

Di daxuyaniyê de Ekîn Van hate bibîrxistin û hate gotin, ''D şexsê Ekîn Van de hate xuyakirin ku mekanîzmaya dewletê li ser bedena jinê bi nêzîkatiyeke çawa ya derî exlaq û hiqûqî ye, polîtîkayeke çawa ya gemarî dike. Di demeke nêz de li gund, navçe û navenda Colemergê çeteyeke fihûşê hate deşîfrekirin. Vê rewşa kambax aliyên şer ên hêwilnak û têkçûna exlaqî nîşan da. Dema ku mirov li lîsteyê dinere leşker û cerdevan di nav de ne û ev jî navenda adrêsê nîşan dide.  Yên ku beriya bi salan digotin,''li şûna ku bibin terorîst bila fihûşê bikin'' ev çeteya fihûşê çêkirine, ev çete pratîka hişmendiya peywirdarên dewletê ye.''

TJA'yê bi berdewamî diyar  kir çetetiya li Colemergê ku hewl tê dayin were avakirin di şexsê jina Kurd de rûmeta Kurdan dike hedef, bang li gelê Kurd kir ku li dijî polîtîkayên qirkirina çandî, li dijî rêbazên şer ên weke fihûş, sîxûrî û madeyên tiryakê bîreweriya xwe ya nasnameyî biparêzin û li nirxên civakî netewî xwedî derkevin.

TJA'yê got, ''Em bang li gelê xwe, jin û ciwanên xwe dikin ku li dijî amûrên şerê taybet a sîstematîk bihistyar bin, bi rengê xurtkirina xweparsatinê rêxistinî bibin, bi rihê yekîtiyê rûdanan binirxînin û êrîşên pergala desthilatdarxwaz pûç bikin.''