Li Ege bernameya 25’ê Mijdarê ya jinan

Bernameya çalakiyên ku wê bi boneya Roja Têkoşîna Navnetewî ya Dijî Şîdetê ya li Ser Jinê li gelek bajarê herêma Ege’yê werin lidarxistin diyar bû.

Roja 25’ê Mijdarê wê jin li 6 bajarên herêma Ege’yê meş û daxuyaniyan lidar bixînin.

Programa çalakiyên jinan wiha ye:

ÎZMÎR

Roja 25’ê Mijdarê wê jinên Platforma Jin a Îzmîrê wê ji bo çalakiya bi dirûşmeya “Li dijî êrişên li hemberî mafên me, mobbînge, mêtingerî, zext, tecawîz, tacîz û şîdetê em hêrsa xwe rêxistin dikin” li ber Çanda Leman a Kevin ya Cadeya Şehîdên Qibrisê werin cem hev û saet 19:00’an wê meşek bê lidarxistin.

Meclîsên Jinan a Îzmîrê û Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin bi dirûşmeya “Li Tirkiyê û cîhanê wê jin azad bijîn” roja 25’ê Mijdarê saet 18:00’an li ber Îskeleya Alsancak werin cem hev.

MÛGLA

Platforma Jinê ya Menteşe wê roja 25’ê Mijdarê li Parka Akyolê bên gel hev û heya Meydana Sinirsizlik bimeşin û daxuyanî bidin.

Li Bodrûmê jî Komeleya Piştewaniya jinê, Platforma Eşîk, Jinên Mûglayê Bihevre Bihêzin û bi tevlê bûna gelek jinan ji partiyên siyasî yên cuda roja 25’ê Mijdarê saet 17:00’an li Meydana Camî Tepecîk kombibin û wê heya dawiya rê bimeşin.

DENÎZLÎ

Jinên ku wê li ser banga Jinên Denîzlî Bihevre Bihêzin werin gel hev roja 25’ê Mijdarê saet 18:00’an li Parka Candoganê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn.

AYDIN

Jinên ku dibêjin “Dengê me ji bo hevdu derkeve, em li dijî şîdeta dewletê zilam di îsyanê de ne” li ser banga Platforma Piştewaniya Jinê ya Aydinê wê li Parka Nevzat Bîçer a Aydinê ji bo daxuyaniya çapemeniyê werin gel hev.

Jin wê li Kûşadayê jî roja 25’ê Mijdarê li ber Denîzbankê saet 16:00’an werin cem hev û wê Platforma Jinê ya Kûşadayê û Komîsyona Mafên Jinan ya Baroya Aydinê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.

MANÎSA

Platforma Jinê ya Manîsayê bi dirûşmeya “Em jiyanên xwe diparêzin, derdikevin kolanan û ji şîdetê re dibêjin na” wê roja 25’ê Mijdarê saet 17:30’an li Meydana Manolya daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.

Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin û Meclîsên Jinê yên Manîsayê roja 27’ê Mijdarê saet 17:00’an li Meydana Manolya bi dirûşmeya “Wê li Tirkiyê û Cîhanê Jin Bijîn” daxuyaniyeke çapemeniyê were dayin.

BALIKESÎR

Platformên Jinê yên Akçay, Altinolûk û Ayvalik  ku Piştewaniya Jinê ya Serbixwe ya Kendavê çêkirine jî di saetên cuda û li navendên cuda yên navçeyê wê daxuyaniyê çapemeniyê bidin.