Akay: Nabe ku pêvajoya aştiyê di çarçoveya girtiyên nexweş de bê nirxandin
Soydan Akay ku piştî 32 salan hate berdan, anî ziman ku pêvajoya aştiyê divê bi perspektîfeke demokratîkbûnê ya berfireh bê nirxandin û got, “Ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye.”
Soydan Akay ku piştî 32 salan hate berdan, anî ziman ku pêvajoya aştiyê divê bi perspektîfeke demokratîkbûnê ya berfireh bê nirxandin û got, “Ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye.”
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan hezar û 500 girtiyên nexweş hene ku rewşa 600 ji wan giran e. Bi banga aştiyê re gel li benda gavên şênber e. Timî tê gotin, ku gava destpêkê divê berdana girtiyên nexweş be.
Yek ji girtiyên nexweş Soydan Akay ku piştî 32 salan hate berdan, anî ziman ku desthilatdarî dixwaze rojevê bi temamî bike girtiyên nexweş û bi vî rengî rojeva esasî veşêre. Akay got, “Nabe ku pêvajoya aştiyê di çarçoveya zindanan de bê nirxandin” û destnîşan kir ku di vê mijarê de divê dînamîkên civakî karekî bi bandor bimeşînin.
Soydan Akay (49) sala 1993’an bi îdîaya ‘Berpirsyarê Herêma Egeyê yêw PKK’ê’ li Îzmîrê hate girtin. Di darizandina Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Akay hate birîn. Akay ku 32 salan girtî hate hiştin, bi dorê li girtîgehên li Îzmîr, Aydin, Nazîlî, Kiriklar, S3ert, Amed, Maltepe û Sîlîvriyê hate ragirtin.
Di sala 2018’an de teşhîsa kansera prostat lê hate danîn, nexweşiyên romatîzma movikê, Hepatît B û spazma dil jî di nav de gelek nexweşiyên Akay hebû. Ji ber vê yekê jî di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê e bû. Li gel ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê ne yê girankirî jî bû heft salan bi tena serê xwe Akay li hucreyekê hate hiştin.
Di sala 2023’an de diviyabû bi şert bihata berdan, lê belê bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ve çar caran berdana wî hate taloqkirin. Akay di 12’ê Gulanê de roja Duşemê ji Girtîgeha Sîlîvriyê hate berdan.
Akay li gel nexweşiyên xwe jî bi hêviyeke mezin û biryardariya têkoşînê di nava gel de ye û rewşa girtiyên nexweş û pêvajoya piştî banga aştiyê ji ANF’ê re nirxand.
‘HIKUMET BI ZANEBÛN PÊVAJOYÊ DIRÊJ DIKE’
Akay ragihand ku meseleya girtiyên nexweş mijareke exlaqî û mirovî ye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya wê jî pêwîstî bi sererastkirineke nû ya qanûnî nîne. Akay got, “Pêwîstî bi ti qanûnê nîne. Bi temamî eleqeya xwe bi bicihanînê heye. Hikumet eger bixwaze wê di nava du rojan de çareser bike. Desthilatdariya heyî bi zanebûn vê pirsgirêkê dirêj dike.”
‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ NE REWŞEKE WELÊ YE KU DI ÇARÇOVEYA ZINDANAN DE BÊ NIRXANDIN’
Li gorî Akay hikumet dixwaze meseleya girtiyên nexweş bike mijareke bazariyê û got, “Desthilatdarî li ser wê derê hesaban dike. Bi belavkirina ji demê re dixwaze vê mijarê di dema hilbijartinê de li hemberî Kurdan û hêzên demokratîk bike mijareke bazarê.” Akay destnîşan kir ku şert e girtiyên nexweş bêne berdan û û anî ziman ku pêvajoya aştiyê nabe ku tenê di çarçoveya vê mijarê de bê nirxandin.
Akay got, “Dixwaze di hilbijartinekê de vê mijarê li hemberî Kurdan û hêzên demokratîk bike bazareke hilbijartinê. Ev mijara bingehîn e. Ya duyemîn jî bi rastî jî ev pêvajo pêvajoyeke têkoşînê ye. Pêvajoya aştiyê ne ew pêvajo ye ku bazarî hemû hatine kirin, amadekarî temam bûne, li ser her tiştî hatiye axaftin û yekser hatiye çareserkirin. Ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye. Hikumet jî li gorî xwe ji aliyê psîkolojîk ve vê mijarê dinirxîne û dixwaze balê bi temamî bibe ser girtîgehan.” Akay diyar kir ku hikumet meseleye weke amûreke psîkolojîk bi kar tîne û civakê mijûl dike.
‘DIVÊ RUHÊ BERXWEDÊR Ê LI GIRTÎGEHAN BÊ NÎŞANDAN’
Akay ragihand ku şert û mercên li girtîgehan gelekî nebaş in, ji ber vê yekê nexweşî rû didin û destnîşan kir ku bi esasî divê ruhê berxwedanê yê girtiyan bê nîşandan. Akay got, “Aliyê hevalan ê ku divê mirov bide pêş, aliyê wan ê têkoşer e. Ew mirovên bi hêvî, bi coş û rû li ken e. Di nava çar dîwaran de em bi wî rengî ne. Her kesên girtî li gel nexweşiyan jî sekneke bi rûmet û xurt nîşan didin. Ew der qadeke têkoşînê ye. Nexweş be yan jî ne nexweş be, her kes dixwaze bi rengekî bi rûmet bijîn, lêkolîn dikin, difikirin, bala xwe li ser siyaset û civakê ne. Yên ku derdikevin derve bi moral derdikevin derve. Bi ti awayî serî natewînin.”
‘HÊZÊN CIVAKÎ DIVÊ BI BERPIRSYARIYÊ RABIN’
Akay ragihand ku pêvajoya aştiyê divê bi perspektîfeke demokratîkbûnê ya berfireh bê nirxandin û got, desthilatdarî dixwaze balê bi temamî bikişîne ser girtiyên nexweş û bi vî rengî meseleya esasî binixumîne.
Akay got, “Bal hemû çûye ser girtiyên nexweş. Di nava gel de jî têgihiştineke bi vî rengî tê afirandin: ‘Eger girtiyên nexweş bêne berdan wê pirsgirêk çareser bû be, aştî bê’. Halbûkî ev yek parçeyek ji têkoşîneke gelekî mezin e. Li vê qadê li şûna ku mirov li benda hikumetê be, divê hêzên civakî projeyan biafirînin. Naxwe ev pirsgirêk wê paşerojê jî timî di rojevê de bimîne.
Ya esasî dixwazin qada demokratîkbûnê binirxumînin. Pêvajoya aştiyê bi giştî di çarçoveya zindanan de nîne. Nabe ku di çarçoveya girtiyên nexweş de bê nirxandin. Ev pêvajoyeke têkoşînê ye.”