Li Amed û Stenbolê jin daketin qadan

Li Amed û Stenbolê tundiya mêr-dewletê hate şermezarkirin û hate ragihandin ku wê 25'ê Mijdarê berxwedanê mezin bikin.

Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, xwest li Amedê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê belê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Jin bi pankarta bi nivîsa "Em dest ji têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê bernadin. Em raperîna xwe mezin dikin" li ber AZC Plaza ya li taxa Ofîsê li hev civiyan. Polîsan xwestin li pêşiya jinan bibin asteng. Li ser vê yekê jinan çalakiya rûniştinê lidar xistin. Polîsan bi rêya mertalên xwe hewl dan ku nehêlin endamên çapemeniyê dîmenê çalakiyê bigirin.

Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher Koyûn li qada çalakiyê axivî û got, "Li dijî her cûre tundiya mêr-dewletê em ê bi hev re têbikoşin û bi piştevaniya hev bi ser bikevin."

DÎSK: DI 25'Ê MIJDARÊ DE EM Ê RAPERÎNÊ MEZIN BIKIN

Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî li Stenbolê li qada Îskele ya Kadikoyê daxuyaniyek da. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn.

Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû daxuyanî da û diyar kir ku tundiya li jinê zêde bûye, ew ê jî di 25'ê Mijdarê de li qadan be.