‘Bi xwerêxistinkirinê em ê jiyan û civaka azad biafirînin’

Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê didome. Jinan derbarê xwerêvebirin û avakirina jiyana azad peyam dan.

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) di 8’ê Mijdarê de dest bi çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîddeta Li Ser Jinan kiribû. Heta 25’ê Mijdarê wê bi pêşengiya YJK-S’ê mîtîng û meş werin lidarxistin.

Vê Yekşemê li Aaraû, Cenevre û Baselê panelên ji bo 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin.

AARAÛ

Siyasetmedar Yûrdûsev Ozsokmenler bi şîara ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ panelek da. Ozsokmenler diyar kir ku divê xwedî li Peymana Stenbolê were derketin û got “Li hemberî şîddet û qirkirina li ser jinan, divê jin xwerêxistin bikin û li her derê têbikoşin.”

Endama Meclîsa Jinan a Rojbînê Seda Can jî ji ANF’ê re axivî û got “Îro şîddet û qirkirina li ser jinan didome. Em jinên Kurd, em ê pergala mêrserwer û kapîtalîst qebûl nakin û bi xwerêxistinkirina xwe, em ê li hemberî vê pergalê xwe biparêzin.

BASEL

Li bajarê Baselê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê didome. Endama Meclîsa Jinan Fîdan Guler jî ji ANF’ê re axivî û got “Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê de em Xwişkên Mîrabel bi hurmet bi bîr tînin. Em YJK-S îro jî bi semîner, panel û mîtîngan çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê dikin. Em dizanin tekane rêya derbaskirina feraseta mêran û dewletê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan pêkan e. Ji Xwişkên Mîrabel heta Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef ji bo geşkirina kelepora têkoşînê dem dema parastina jinên azad û civakê ye.”

BÎEL

Li bajarê Bîelê jî çalakvanên jin ên Swîsreyî û Komîteya Rojava li cihên girîng ên bajêr bi çalakiyên nivîsandina nivîsan a li ser dîwaran û pankartan dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin. Di çalakiyê de çalakvana Swîsreyî Cîndy ji ANF’ê re axivî û got “Her roj li her dera dinyayê li ser me jinan şîddeta pergala mêrserwer heye. Bi vê şîddetê re tê xwestin keda me desteser bikin. 

Em ê li hemberî her cure êrişan tevî jinên li Rojava yên şoreşeke femînîst ava kirine, têbikpşin. Ji bo cîhaneke ku ji zextan rizgar bûye, em ê tevî bi milyonan jinan têkoşîna xwe bidomîne.”

Li Swîsreyê wê çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panel, semîner û meşan heta 28’ê Mijdarê bidome.