Li Montpellîerê meşa 25’ê Mijdarê

Bi munasebeta roja 25’ê Mijdarê meşek hat lidarxistin û şîdeta li ser jinê hat şermezarkirin.

Bi boneya 25’ê Midjarê Roja Têkoşîna Navnetewî li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li bjarê Montpellîer a Fransayê meşek bi pêşengiya Komuna Jinê ya Delal Amed hat lidarxistin.

Di meşê de dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi domdarî hat berzkirin û belavokên derbarê jinê bi zimanê Fransî hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

Di çalakiyê de ev bang hat kirin, “Em bang li hemû gel, jin û ciwanên me dikîn ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet ê sîstematîk ya bi destê zilam-dewlet ve tê rêvebirin hişyar bin û li ser bingehê xwe parastinê xwe rêxistin bikin û bi ruhê yekîtiyê êrişan vala derxînin.” Çalakî piştre bi gerandina govendê bi dawî bû.