KJAR: Li dijî rejîmên dijminatiya jinan dikin em têkoşînê geştir bikin

KJAR: Li dijî şîddeta li ser jinan, xwekuştin, zewaca di zaroktî de, cînayetên namûsê, sîxurkirin, fihûş û tiryakê divê em bibêjin êdî bes e.

Komelga Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li ser Jinan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berxwedana xwişkên Mîrabel îro bi ruhê serhildana jinan li hemberî şîddeta mêran bûye xeta azadiyê. Di sala 2021’an de li hemberî şer, şîddet û qirkirinê têkoşîneke mezin tê meşandin. Êrişên qirkirinê li ser esasê qirkirina jinan û qirkirina civakê didome.

Texrîbata şerê qirkirinê herî zêde di dijminatiya li ser jinan de tê dîtin. Di heman demê de em dibînin polîtîkayên zayendperest ên mêrserwer di her qada jiyanê de tê dîtin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî li ser jinan û gelan feraseteke zordestiyê tê ferzkirin. Rejîma Îranê ya mêtinger tecawiz û şîddeta li ser jinan meşrû dike. Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî vê rejîma yekîtiya têkoşînê geş bikin.

Li her dera dinyayê zarokên keç û jin dibin hedefa hêzên dewletê, çeteyên desthilatdarpêz û êrişên kujende. Têkoşîna me KJAR’ê ji bo xurtkirina jinan û ji bo hilweşandina feraseta faşîst a rejîma Îranê ye.Em dibêjin ku rizgariya civakî bi şoreşa ferasetê dikare pêk were.

Rejîma mêtinger a Îranê ne bi tenê di dem şewbê de bi giştî jî bi polîtîkaya terora zordest êrişî jinan dike. Li girtîgehan êşkenceya li ser jinên Kurd û girtiyên siyasî jî bi awayekî tê veşartin.

Heval Zeynep Celaliyan di girtîgehê de di nav şertên gelekî giran de li ber xwe dide. Divê Zeynep Celaliyan were berdan. Ev tişt li pêşberî dinyayê tê kirin û ma ev jî ne şîddeteke herî mezin e?

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li ser Jinan em bang li hemû gel û jinên

Kurd, Ereb, Faris, Azerî, Belûc û Efgan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin ku divê bizanibin ev çalakî ne bi tenê ji bo jinan e di heman demê de ev çalakî ji bo gelên bindest e jî û divê wisa dakevin kolanan.”