Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Jinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyanî dan

Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, destnîşan kirin ku jinên Kurd bûne hêvî.

Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê li hev civiyan û tundiya li jinê şermezar kirin.

Jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyanî dan û êrişên dagirkeriyê jî şermezar kirin. Bi navê Komîteya Jinê ya Krasnodarê Zeytîn Aliyeva daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê di serî de li Kurdistanê li her devera cîhanê belav bûye.

Aliyeva ragihand ku ji bo statuya zîhniyeta civakî ya bi serweriya mêr li jinê ferz dike ji holê neyê rakirin tundî zêde bûye û diyar kir ku jinên Kurd li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr têdikoşin.

Aliyeva anî ziman ku jinên Kurd ji bo jinên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bûne hêvî û got, bi saya vê têkoşînê li gelek deverên cîhanê jinên Kurd bûne sembol.