Ji FEDA’yê ji bo Huseyîn Akmaz peyama sersaxiyê
FEDA’yê ji bo Huseyîn Akmaz got, “Em ê di têkoşîn, bawerî û dilê xwe de her tim wî bi bîr bînin.”
FEDA’yê ji bo Huseyîn Akmaz got, “Em ê di têkoşîn, bawerî û dilê xwe de her tim wî bi bîr bînin.”
Ji bo Huseyîn Akmaz ku xwîn çû ser mejiyê wî û êvara 6’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest da, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) peyama sersaxiyê weşand.
Di peyama FEDA’yê de hate gotin, “Hevrêyê me, canê me Pîr Huseyîn Akmaz ber bi Heq ve bi rê ket ku hîn di temenê xwe yê ciwantiyê de ji bo azadî û wekheviya gelan bi biryardarî têkoşiya, beriya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê sirgûn bû, li Awûstûryayê penaber bû; di doza maf a gelê Kurd û Rêya Heq de têkoşîneke bi rûmet meşand.
Huseyîn Akmaz ku li xaka bi bawerî ya Dersimê mezin bû, ji bo Elewîtî li Awûstûryayê bi rengekî fermî bê naskirin, bi salan têkoşiya, ji bo danasîna baweriya me û bicihkirina li zemîna qanûnî bi fedakarî xebitî. Di sala 2012’an de Elewîtî ji aliyê dewleta Awûstûryayê ve bi rengekî fermî hate qebûlkirin ku di vê de bi roleke mezin rabû û wezîfeyeke dîrokî ya pêşengiyê bi cih anî.
Ji ewladên Ocaxa Kûreyşan, ji kedkarên Rêya Heq, ji pîrên damezrîner ên Dergaha Viyanayê Pîr Huseyîn Akmaz 6’ê Tîrmeha 2025’an ber bi Heq ve bi rê ket.
Canê me Huseyîn ku ji bo aştî, wekhevî û azadiya gelan temenê xwe bi têkoşînê derbas kir, ji bo parastina nirxên qedîm ên baweriya me û gihandina wan nirxan ji nifşên nû re li Ewropayê bi taybetî li Awûstûryayê kedeke mezin da, bi sadebûn û biryardariya xwe di dilê me hemûyan de xwedî cihekî taybet bû.
Em ê di nava têkoşîn, bawerî û dilê xwe de timî wî bi bîr bînin.
Bila stêrk jê re bibe hevrê, ronahî jê re bibe rêber.
Dewra wî bila daîmî be.
Xizir hevrêyê wî, rêberê wî, Duzgun Baba û Qurêş Baba cihê wî bike ronahî.”