Li Fransayê şîdeta nav malê herî kêm sedî 10 zêde bûye

Li gorî daneyên Wezareta Karê Hundir ê Fransayê eşkerekirî sala 2020’an şîdeta nava malê herî kêm ji sedî 10 zêde bûye.

Li gorî bîlançoya Wezareta Karê Hundir ê Fransayê ku ji gazincên hatinî berdestê cenderme û polîsan amadekirî, sala 2020’an ji sedî 87’ê wê jin, bi giştî 159 hezar û 400 kes rastî şîdeta nava malê hatiye.

Bîlanço nîşan dide ku rêjeya şîdeta nava malê li gorî sala 2019’an ji sedî 10 zêde bûye. Sala derbasbûyî bi giştî 139 hezar û 200 jin rastî şîdeta nava malê hatine. Ev jî li gorî sala derbasbûyî nîşan dide ku rêjeya jinan di heman astê de maye. Ev daneyên têkildarê şîdeta nava malê cînayetan nagire nava xwe.

Sala 2020’an 102 jin ji aliyê hevser yan jî hevserê xwe yê berê hatin qetilkirin. Piraniya mexdûran weke sala 2019’an bi şîdeta fîzîkî ya zanebûn re rû bi rû mane, ketine rewşekê ku nikarin bixebitin.

Ji wan 5400 jin bi giştî 5500 kes sala derbasbûyî bi êrişa zayendî û tecawîzê re rû bi rû mane û gazincên xwe birine saziyên pêywendîdar.