Li Kîelê çalakiya protestoyî hat lidarxistin

Li bajarê Kîel a Almanya dewleta Tirk a ku sûçên şer dike û polîtîkayên dewleta ên pênaberan hat protesto kirin.

Li bajarê Kîel ê Almanya êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdîstanê û drama mirovî ku li ser sînorê Belarûs-Polanya yê tê jiyankirin hate protestokirin.

Kurdîstanî û koma Antîfa tevlî çalakiya ku li gel Kîel Hauptbahnhofê di pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk de hate vesazkirin bûn.

Di çalakiyê de balkişandin ser êrîşên qîrkirin û îşgalê ku dewleta Tirk li beranberî gelê Kurd pêk tînê.

Di heman demê de hate diyarkirin ku, ji ber polîtîkayên dewletên faşîst li ser sînorê Polanya û Belarûsê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û divê mirovahî ji vê re bêdeng nemîne.

Di çalakiya ku pankartên cûr bi cûr hatin vekirin de dirûşmeyên bi Kurdî û Almanî hatin berzkirin.