Jinên Êzîdî yên li Ewropayê komî ser hev bûn

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî li Lohne ya Elmanyayê kongreya xwe ya 4'an pêk anî. Kongre diyarî Bêrîvan Şengalî hate kirin û hate gotin li dijî êrîşan hewceyî bi têkoşîneke bêhtir rêxistinî heye.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) li bajarê Elmanya Lohneyê Kongreya 4'an pêk anîn. Kongre 20'ê Mijdarê roja Şemiyê çêbû.

Kongre diyarî Bêrîvan Şengalî (Dunya Seîd Hesen) kirin, ku Şengalî Mijdara 2015'an li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Ji Meclîsa Jinên Êzîdî û temsîla Komûnan bi qasî 70 delegeyî hazir bû.

Di kongreyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin êrîşên li ser Şengalê berwedema komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdewama Fermana 74'an a Tebaxa 2014'an e.

Di kongreyê de hate diyarkirin di serî de jin divê tevahiya civaka Êzîdî pergala xwe ya berevaniyê deyne û hate gotin divê li dijî tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê, jinan bi rengekî xurt bi çalakiyan bersiv were dayin.

Endama Konseya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta peyameke dîtbar ji kongreyê re şand. Avesta diyar kir li ser Şengalê komployek heye û got civaka Êzîdî di nav heft salan de di qadên rêxistiniya resen, pergala berevaniyê û di qada jinê de rê li gelek geşedanên girîng vekiriye.

Avesta her wiha diyar kir ji bo ku careke dî ferman ranebin ivê bi pêşengiya jinê berxwedan were geşkirin.

Avesta diyar kir di fermanan de herî pir zirar digihije ser jinan û ji bo vê dive bersiv herî xurt kjin bidin, wê kesek azadiyê, dahatuya azad nede jinan encex jin dikarin xwe û civaka xwe azad bikin.

Avesta her wiha got divê jinên Êzîdî ji nan û avê zêdetir rêxistiniya xwe geş bikin û girîng e ku jin mohra xwe li pêvajoyê bidin.

Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) Riham Haco jî got, ''Em ji wê pir qewetê distînin.''

Haco bi berdewamî diyar kir di destê Êzîdiyên Ewropayê de ku Şengal bibe mekanê Êzîdiyan û pêşî li koçberkirina Êzîdiyan were girtin.

Riham Haco bi berdewamî dihyar kir êrîşên li ser Şengalê çendî giran bin hJî, bersiva wan jî wê mezin be û got bi têkoşîna hevpar Êzîdxan dikare wer avakirin û statûya wê çêbibe.

Di kongreyê de her wiha peyama Yekîtiya Jinên Elewî, Meclîsa Gundên Êzîdî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî hate xwnedin.