Jin li Frankfûrtê jî li qadan bûn

Li Bajarê Frankfûrtê bi pêşengiya YJK-E Hessen û bi tevlêbûna saziyên jinan meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî  Şîdeta li Ser Jinê YJK-E Hessenê mîtîng û meşek organîze kir.

Bi sedan jinên li eyaleta Hessenê dijîn saet 14:00’an li Frankfûrt Haûptbahnhofê hatin cem hev.

Jinên Kurd yên bi cil û bergên xwe yên netewî hatin qada çalakiyê alên TJK-E û wêneyên di serî de yê Arîn Mîrkan ku sembola berxwedana Kobanê ye, Denîz Poyraz, Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz, Roza Lûxembûrg ku hatine qetilkirin hilgirtin. Her wiha pankartên ku îşaret bi şîdeta li ser jinê dikir rakirin. Di meşê de jinan bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” heya bi Frankfûrt Opernplatzê meşiyan.

Li navenda bajarê Frankfûrtê jî şanoyek ya şîdeta li ser jinê vedigot hat nîşandan.

Di mîtînga li Opernplatzê de li ser navê YJK-E Hessen, Yenî Kadin (Jina Nû), ADHK û gelek saziyên Elman axaftin hatin pêşkêşkirin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.