Di meşa li Dusseldorfê cih ji jinên hatinî qetilkirin re hat veqetandin

Meşa li Dusseldorfê bi tevlêbûneke berfireh rengîn derbasbû. Ayten Kaplan diyarkir ku ew dirûşmeya “Em bi jina azad civaka azad biafirînin” esas digirin û got, “Eger em civakê neguherînin divê jibîr nekin ku emê tim rastê şîdet û qetlîamê bibin.”

Jinên Kurd li bajarê Dusseldorf a Elmanya meş û mîtîngeke pir rengîn lidarxist.

Jinên ji bajarên Dusseldorf, Koln, Wûppertal, Munster, Essen, Dortmond, Leverkûsen û Bonn ên Elmanya tevlê meşa 25’ê Mijdarê bûn.

Jin saet 14:00’an li ber DGB Haûs kombûn û li wir mîtîngek lidarxist.

Di mîtîngê de Berdevka YJK-E Ayten Kaplan axaftinek kir û got, “Em jin tenê roja 25’ê Mijdarê dernakevin kolanê. Ji ber ku em timî rastî şîdetê tên lewma berdewam li qadanin. Em dizanin ku ev jî têr nake. Di dema şewbê de me hemûyan dît ku şîdeta li ser jinê zêde bû. Şîdet ne takekesî yan jî malbatî ye, pirsgirêkeke civakî ye. Ji bo vê jî pêwîste em civakê biguherînin.”

Ayten Kaplan diyarkir ku ew dirûşmeya “Em bi jina azad civaka azad biafirînin” esas digirin û got, “Eger em civakê neguherînin divê jibîr nekin ku emê tim rastê şîdet û qetlîamê bibin.”

Piştî Kaplan Nûnera Tamîlê ku tevlê mîtîngê bibû jî axaftinek kir. Nûnera Tamîlê behsa têkoşîn û xebatên jinên Tamîlê yên li Srîlankayê kir, diyar kir ku ew jî xebatekê li dijî ‘dîktatoriya Srîlankayê’ birêve dibin ku dişibe kampanya “100 Sedem”ê  jinên Kurd û got, “Li xakên me jin pêşengiya têkoşînê dikin.”

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut di axaftina ku kirî de bal kişande ser şerên ku ev sedsalin li Kurdistanê nesekinîne û wiha pêdeçû, “Di van şeran de herî zêde jinan berdêlên giran dan. Îro jî her zêde jin berdêlên şer didin. Ji ber vê weke her demê îro jî derketina we ya li qadan û xwedîderketina we ji têkoşîna xwe girînge. Ji ber ku encax eger em têbikoşin emê bikarin pêşiya şîdetê bigirin.”

Piştî axaftinan meş destpêkir. Di meşê de gelek dovîz û pankartên rengîn hatin hilgirtin. Pankartên li ser wan hatibûn nivîsandin “Qirkirina Jinê Rawestîne”, “Dema Azadiyê Destpêdike”, “Berxwedana Sê Pirpirîkan Didome” û “Zilam Lêdixe Dewlet Diparêze” û wêneyên 100 jinên ku ji aliyê rejîma Erdogan ve hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin.

Di rêza pêşîn ya meşê jinan kostumên pirpirîkan li berkiribûn û di beşek din a kortejê de şêwazê jiyana ku Talîban li ser jinên Efgan ferzdike hat vejandin, her wiha pankartek ya îşare bi piştewaniya bi jinên Efgan dikir hat hilgirtin.

Komeka jinan jî bi erbane û daholên xwe di nav meşê de cih girtin. Maketek ku bi rengekî sembolîk wêneyê Bûka baranê li ser hatibû xêzkirin û li ser wê têgînên wek “Wekhevî, Edalet, Azadî” hatibû nivîsandin jî hat hilgirtin.

Di meşê de komek a jinan jî gul li ser jinên ku di ber wan re derbas dibûn belavkirin. Li ser karta ser gulan “Rizgariya jin rizgariya civakê ye” hatibû nivîsandin.

Di kortejê de her wiha pankartek ya qirkirina jinên Êzidî vedigot jî hat hilgirtin.

Koma Aktîvîstên Femînîst ên li Dusseldorfê jî tevlê meşê bûn û çalakiyeke balkêş kirin. Femînîstên Dusseldorfê bi bantê dor li qadek ya korteja meşê girtin, hindurê qadê vala hiştin. Di dema meşê de bant hilgirtin û ev peyam dan; “Qada ku bi bantan hatî pêçandin, qadeke ku tê de jinên ku hatine qetilkirin û yên canê xwe ji bo me feda kirinî û bi me re dimeşin e.”

Jinan di tevahiya meşê de stranên bi coş pêşkêşkirin û dirûşme berzkirin.

Meş bi gerandina govendan bi dawî bû.