Gundiyên Hesandînê li hemberî şîrketa madenê ketin nobedê

Li herêma Hesandînê ku li gel betalkirina rapora ÇED’ê hîn jî karên madenê dewam dikin, gundiyan kon vedan û ketin nobedê.

Şîrketa Kûlp Madencîlîk ve Diş Tîcaret A.Ş. ku li herêma Hesandînê ya navçeya Pasûr a Amedê li madenê digere, ji ber bandora vî karî ya li ser hawirdorê dibe sedema nerazîbûna gundiyan. Li gel ku rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) a şîrketê hatiye betalkirin jî karê xwe dewam dike. Lewma jî şêniyên herêmê dest bi çalakiya şermezarkirinê kirin.

Gundiyan bi armanca rawestandina karên madenê kon vedan û ketin nobedê.

Hevşaredarê Pasûrê Mûrat Îpek serdana qada nobedê kir û anî ziman ku şîrket bi rengekî nehiqûqî xwezayê talan dike.

Serokê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Ameedê Ahmet Înan jî hat qadê û diyar kir ku karên şîrketê li dijî pêvajoyên qanûnî ye û her gava ku diavêje sûc e.

Gundiyan piştî daxuyaniyan li ber stranan govend gerandin.

Çalakiya nobedê tevahiya şevê dewam kir.