Alphan: Gel li benda gavên şênber e

Hevdîtinên gel ên piştî banga Rêber Apo destpê kirin, dewam dikin. Alîkarê Hevserokê Bajarê Amedê yê DEM Partiyê Celal Alphan diyar kir ku gel di vê pêvajoyê de bi kelecan e û got, “Gel dixwaze dewlet tavilê gavên şênber biavêje.”

CELAL ALPHAN

Ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo bigihêje beşên berfireh ên civakî civînên gel dewam dikin. Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di vê çarçoveyê de li gelek bajaran ‘Civînên Civakê yên Demokratîk û Aştiyê’ lidar dixin. Beşdariyeke xurt li van civînan dibe. Alîkarê Hevserokên Bajêr ên Amedê yên DEM Partiyê Celal Alphan li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Celal Alphan got, “Em ji ber pêvajoyê gelekî bi kelecan in. Têkoşîneke bê navber a ku salên dûr û dirêj dewam kir, bi banga Birêz Ocalan re derbasî ser rêyeke nû bû. Em bi rastî jî di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê pêvajoyê de em ê hewl bidin berpirsyariyên xwe hemûyan bi cih bînin.

Li vê cografyayê pêkanîna aştiyê bi rastî jî hêsan nîne. Pêkanîna aştiyê karê mirovên serbilind û mezin e. Lewma Birêz Ocalan ji sala 1993’an û vir ve di nava vê pozîsyonê de bû. Got, ‘Ez li muxatabekî digerim’. Her tim dixwest vê pirsgirêkê bi pîvanên demokratîk çareser bike.

Di pêvajoya salên 2013-2015’an de jî Birêz Ocalan di vê nuqteyê de bû. Ji xwe bawer dikir; ji têkoşîn, rêxistin, sîstem û mejiyê ku afirandibû bi rastî jî gelekî bawer dikir. Bi înîsiyatîfa ku Birêz Ocalan hilgirt, gelê me ev pêvajo bi coş pêşwazî kir.”

‘EM JI PÊVAJOYÊ Û JI BIRÊZ OCALAN BAWER DIKIN’

Alphan ragihand ku di pêvajoya aştiyê de divê her kes bi berpirsyariyê rabe û got, “Em dibînin ku biryarek li ser xurtkirina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a hezar salî hatiye dayin. Pêvajo wê derbasî nuqteyeke nû bibe, em vê dibînin. Em ji pêvajoyê û ji Birêz Ocalan bawer dikin. Em dibînin ku dewlet jî di vê mijarê de bi berpirsyarî tevdigere.

Kes naxwaze rabirdû dubare bibe. Vegera li dema berê dibe sedema windahiyeke cidî ya zarokên me û gelên me. Lewma di demeke bi vî rengî de ji bo vegotina pêvajoyê ji gelê me re, me plansaziyeke kûr kir. Li hemû navçeyên Amedê me karekî berfireh kir; em hewl didin ji gelê xwe re qala kûrahiya vê pêvajoyê bikin.

Me ji xwe re kir armanc ku li tevahiya Amedê xwe bigihînin 275 malbatan. Beşeke mezin a vê armancê hate bicihanîn. Heta dawiya meha Tîrmehê em ê di ser zêdeyî 250 civînên gel lidar bixin. Civînên me bi rastî jî gelekî bi coş derbas dibin. Eleqeya gel a ji bo civînan zêde ye. Mirovên me vê pêvajoyê dişopînin.”

‘CIVÎNÊN GEL MEZIN DIBIN Û DEWAM DIKIN’

Celal Alphan ragihand ku civînên gel mezin dibin û dewam dikin û got, “Ji aliyê hejmar û tevlîbûnê ve civînên gel zêde dibin. Gelê me gelekî polîtîk e, li her tiştî dipirse. Lewma em hewl didin qala vê pêvajoyê bikin. Em dibêjin, nabe ku şerek sed salî dewam bike. Em dibêjin aştiya herî nebaş jî ji şerê herî giran baştir e.

Berpirsyariya me ye ku em qala pêvajoyê bikin û haya me ji vê berpirsyariyê heye. Welatiyên me yên tevlî civînên gel dibin, dixwazin ku dewlet tavilê gavek şênber biavêje. Em dixwazin xwişk û biratiya Kurd û Tirkan xurt bikin. Gelê me bi rengekî ciddî xwedî li pêvajoyê derdikeve. Ji pêvajoyê û rêberê xwe bawer dike.”