Li Kerkûkê RJAK’ê rêzesemînerên 25’ê Mijdarê lidar xist

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) li bajarê Kerkûkê rêzesemînar lidarxist.

Dîroka 25’ê Mijdarê vedigere 60 sal beriya niha ku li welatê Domînîk 3 xwîşkên bi navê Mînêrva, Patriya û Marya Teresa ku bi 3 xwîşkên Mîrabel tên nasîn, ji bo azadî û wekheviyê têkoşînek li dijî sîstema dîktatorî ya wî welatî birêve birin. Lê desthilatdariya wê demê ya Domînîk roja 25’ê Mijdara 1960’an bi êşkence û destdirêjîkirina ser wan, her 3 xwîşkan qetil dike.

Piştî têkoşîna bê navber a jinan ya li tevahiya cîhanê roja 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê hate naskirin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê RJAK’ê jî li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê li çend dibistanên keç û kuran rêzesemînarên taybet bi armanca çawaniya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ya di nava civakê, hişyarkirina civakê û nasandina wê rojê ji xwendevanan re pêşkêş kir.

Di çarçoveya çalakiyê de RJAK’ê serdana dibistanan kir û semînar dan xwendevanên dibistanên amadeyî ya keçan yên bi navê Dibistana Qendîl, 11’ê Adar û Çarçira û dibistanên kuran ên bi navê Gizîng û Qazî Mihemed.

Di semînarên ku ji aliyê endamên RJAK’ê ve hatin dayin de bal hate kişandin li ser girîngî û dîroka derketina wê rojê, her wiha derbarê cûreyên şîdetê û çawa dikare li dijî şîdetê têkoşîn bê kirin û çareseriyên wê nîqaş hatin kirin.