TJA'yê rapora li ser tundiya li jinê eşkere kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) rapora li ser tundiya li jinê ya li Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tundiya li jinê de raporek amade kir. Rapora TJA'yê hemû bajarên herêmê dihewîne nav xwe û di encama xebata salekê de hatiye amadekirin. TJA'yê hûrgiliyên rapora xwe, li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) a li Amedê bi civîneke çapameniyê bi raya giştî re parve kir. Nûnerên TJA'yê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên jinan beşdarî civînê bûn. Li ser navê jinan Dîlan Guvenç rapora hatibû amadekirin aşkere kir. 
 
Rapora TJA’yê wiha ye: 
 
“Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Jinan re 3 roj mane
 
Em jin dîsa li qad û kolanan in. Li çar aliyê cîhanê jin li hember serweriya mêr, tundî, desthilatdarî û li hember şer, ji bo cîhaneke wekhev û azadiya jinê qêrîna xwe didomînin. 
 
Weke jinên Kurd, em ên ku bi dehan salan e ji bo azadiya jinan têdikoşin, me dest ji kolanan û ji berxwedêriya xwe ya li dijî her cûre tundiya mêr-dewletî berneda.
 
Em dibînin ku li ser erdnîgariya me şer û tundiya li ser jinan her ku diçe girantir û zêdetir dibe. Em jî li hember vê helwesta mêr û dewletê ya şerxwaz berxwedana xwe mezintir dikin. 
 
Îro li erdnîgariya Kurdistanê şerê ku didome, ne tenê ji aliyê fizîkî, ji aliyê derûnî, aborî û civakî ve jî gelek tiştan ji xwe re kiriye hedef  û rûxandinê pêk tîne. 
 
Di çarçoveya Polîtîkayên Şerê Taybet de, bi taybetî jinên ciwan hedef tên girtin û dixwazin bi pêkanînên qirêj têkoşîna jinan têk bibin.
 
Azadiya jinan ku bi têkoşîna gelê Kurd hatiye avakirin û gihîştiye astekê, dixwazin bi polîtîkayên xwe yên li ser jin û ciwanan bi xwezaya civakê bilîzin û biguherînin.
 
Ji roja ku AKP-MHP bûn desthilatdar heta îro, vîna jinan weke muhafazakar û jinên maqûl dîtin û li hemû qadên jiyanê  jî ev helwesta xwe ya li hemberî jinan li ser civakê feez kirin.
 
Her pêvajoya ku li hember xwe wek tehdît bibînin de, berî her tiştî destkeftiyên jinan ji xwe re kirin hedef û tundiya li ser jinan jî ji xwe re wek rêya sereke ya xilasbûna ji têkoşîna jinan dîtin.
 
Îro, hemû ban rê û rêbazên wan perçeyek ji qirkirina jinan in. Bi hinceta OHAL'ê girtina bi sedan saziyên jinan, aktivîstên jin ên ku tên binçavkirin û dîl tên girtin, jinên ku bi KHK'yan ji kar tên avêtin, bi riya kayyûman hedef girtina bîrdoziya  rêveberiyên herêmî yên azadîxwaz, krîmînalîze kirina(wek sûc nîşandayîna) hevserokatiyê û vekişîna ji Peymana Stenbolê hin ji van polîtîkayan wan in. 
 
Ligel van kiryarên ku li ser hemû jinên li vê erdnîgariyê dijîn bandor dikin, di heman demê de şerê ku didome û di rastiya tecrîdê de çawa ku di hemû polîtîkayên xwe de tevdigere, di polîtîkayên xwe yên li ser jinan de jî, li erdnîgariya Kurdistanê cûda û taybet nêz dibe.  
 
Ev polîtîkaya taybet ku bingeha nivîsandina vê raporê ye, îro encama kûrbûna neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.
 
Desthilatdariya ku di polîtîkayên xwe yên di ewlehiyê de bi israr e, li gel şerê ku dimeşîne, dixwaze ji aliyê civakî jî li erdnîgariya me planên rûxandinê pêk bîne. 
 
Dixwazin gelekî û rehên wan ên polîtîk ji holê rakirî, ji nasname û ji çanda xwe dûr, civakeke hilweşiyayî biafirînin. Bi tevî tecrîda ku li ser Girava Îmraliyê tê meşandin, di serî de girtîgeh, hemû rehên berxwedêr ên civakê hedef tên girtin. Li Girava Îmraliyê ku weke sembol û nîşaneya bêhiqûqiyê ye, pêkanînên "rewşa îstîsna" li ser hemû civakê tên meşandin û ev pêkanîn weke kevneşopiyeke dewletê bûye bingeha hemû bêcezakirinan. 
 
Rastiya milîtarîzmê ya ku ji serdestiya mêrî hêz digire, hêmana bêcezayiyê ji xwe re dike hincet, dike zirx, û tundiya xwe zêdetir dike. 
 
Li erdnîgariya Kurdistanê êrîşên tundiyê yên li ser jinan di nav vê zirxê de teşe digirin. Jin ne tenê li hember serweriya mêr, li hember netew-dewlet ku serweriya birêxistinkirî ye û li hember hemû cûreyên faşîzmê jî li ber xwe didin.
 
Jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin, rastî tacîza darazê tên, têkoşîna jinan bi cezayên dîl girtinê ya bi  dehan salan tê ceza kirin. 
 
Gelek jinên aktîvîst ên ku têkoşîna jinan dimeşînin, ji ber ku tevlî 8'ê Adarê, 25'ê Mijdarê bûne tên binçavkirin, girtin û cezakirin. 
 
Em dixwazin vê rapora xwe bi raya giştî re parve bikin, ku cûreyên tundiyê yên ku li Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin,bên dîtin û zanîn. 
 
Di pêvajoya amadekirina rapora xwe de, me dît ku em bi rewşeke ku di çapemeniyê de tên nivîsandin an jî bi raya giştî re tê parvekirin wêdetir re rû bi rû ne.
 
Li bajarên me bi destê kesên bi ûnîforma şerekî taybet ku jinan hedef digire tê meşandin. Weke perçeyek ji şer, girtina gelek saziyên jinan, her roj binçavkirin û girtina aktîvîstên me,  her çiqas di dema nivîsandina raporê de, xwe gihandina agahiyan de zorê dabe me jî, careke din da xuyakirin ku ev rewşeke tundiyê ye û divê di heman demê de em li hember vê rewşê jî  têbikoşin.
 
Bi ragihandina xwe, em dê di sala 2021'ê de di navbera mehên Rêbendan û Îlonê de li Kurdistanê jinên ku hatine qetilkirin, rastî tundiyê hatine û rewşa ku ji ber hin polîtîkayên dewletê derketiye holê we agahdar bikin.

Li gor rapora me;
 
Bi destê bîrdoziya serdestiya mêrî ku bi hezaran salane hatiye avakirin, qetilkirina jinan,  çawa ku jin ji aliyê fizîkî ve di xetereyê de ne, di heman demê de ji ber nasname, çand û tercihên xwe yên polîtîk jî tên cezakirin û tune tên hesibandin. 
 
Jinên ku li hember van polîtîkayan derdikevin, têkoşînê dimeşînin, civakeke wekhev û azad diparêzin, bi destê dewletê rastî tacîza darazê tên û dibin hedefa hemû polîtîkayên qirêj.
 
Tecrîda ku tê girankirin, weke amûra meşrûkirina bêhiqûqî û bêcezakirin tên bikaranîn. 
 
Her sucên dewletê yên li hember her keseke/î Kurd û jinên Kurd bi weke sûsên  "teror" ê tên nîşandan
 
Em vê hişmendiya mêr-dewletî ku tehammûla wî li hember tu kesên berxwedêr û hêza bi rêxistinkirî tuneye ji dîrokê nasdikin û dizanin. 
 
Jinên ku bedenên wan bi awayekî tazî hatin teşhîrkirin, jinên ku di bin çavan de rastî destdirêjî û tecawizê hatin, ji ber şer mecbûr man ku koç bikin, li dîwarên wan nivîsên bêexlaqî hatin nivîsandin, jinên ku li avahiyên partiyê hatin qetilkirin, jinên ku mecbûr man jiyana xwe bi dawî bikin...û hwd.
 
Ev ne bi tenê serweriya mêran, ji bi sedema feraseta desthilatdariyê ya polîtîkaya fetihkirinê derdikeve holê. Em wek jinên Kurd çawa ku  me duh li hember van polîtîkayan serî netewand û me civakê bi wekheviya jin û mêran da bawerkirin, ji îro pê ve jî li hember van êrîşan, em ê tu caran dev ji têkoşîna azadiya jinan bernedin û xweparastina xwe li hemû qadên  jiyanê pêk bînin.  
 
Rapora me ya ku me îthafî (diyarî) rêhevala xwe ya jin Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin kiriye, dê bi saziyên çapemeniyê re wek dîjîtal bê parvekirin."