Şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Johnston hat bibîranîn
Şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Ashley Kent Johnston ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbû, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Ashley Kent Johnston ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbû, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Şervanê YPG’ê Ashley Kent Johnston (Heval Bagok) ê li Rojava şehîd bû, li ser gora xwe ya li Canberrayê ya ku nêzî paytexta Awûstralyayê hat bîranîn.
Bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydney (DKTM) ve hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Piştre li ser navê DKTM’ê Baran Sogut axivî û got, “Ashley Johnston yek ji dehan şervanên enternasyonalîst bû ku ji bo di şexsê Kurdan de nirxên mirovahiyê biparêze çû Rojava û li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê têkoşiya û di vê dozê de şehîd bû. Heval Bagok zarokê gelê Kurd e. Em ê her tim wî û têkoşîna wî zindî bihêlin."
Hevserokê DKTM’ê Tîmur Tatvan jî wiha axivî: “Em di her salvegera şehadeta şehîd Ashley de wî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Îsal hinekî taybettir bû ji ber ku me ji bo bîranîna wî goreke xweş çêkir. Xwezî em ji bo hemû kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne jî tiştekî wisa bikin, lê mixabin gorên bi hezaran şehîdên me bê kevir in. Şehîd Ashley şehîdê me yê sêyemîn ê Awûstralya ye. Em van şehîdên mezin ên ku bûne pirek di navbera Kurdistan û Awûstralyayê de bi rêzdarî bi bîr tînin, em soz didin ku em ê her tim wam di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.”
Ashley Kent Johnston (Heval Bagok) ê Awûstralyayî di sala 2014'an de çû Rojava û di nava refên YPG'ê de li dijî hovîtiya DAIŞ'ê têkoşiya. Ashley Johnston ku li vir navê Heval Bagok li xwe kiribû, di Sibata 2015’an de di çarçoveya operasyona rizgarkirina Til Hemîsê de li gundê Xesan bi fedaî têkoşiya û şehîd bû. Dayika wî Amanda Johnston got: “Ez jî êdî Kurd im. Dizanim ku gelê Kurd wê tu carî kurê min Ashley wê ji bîr neke, ev yek birînên min derman dike.”