Di daxuyaniya FED-KURD'ê de hate gotin, "Di vê demê de ku yek ji serdemên herî girîng ên têkoşîna azadiyê ye, daxuyaniya ku Rêber Apo ji Îmraliyê bike, ji bo paşeroja gelên me xwedî wateyeke dîrokî ye."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev daxuyanî ne tenê bangeke, di heman demê de wê bibe nexşerêya azadiyê li dijî zilmê, aştiyê li dijî şer û demokrasiyê li dijî dîktatoriyê."
Lewma ji bo guhdarîkirin û xwedîderketina li vê daxuyaniyê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku bi dema Ewropayê saet di 15:00 de li navendên civakê, komeleyan û qadan bi coş bicivin.
Bang li Kurdistaniyên li Berlînê û dostên wan hate kirin ku saet di 14:30'î de li qada Berlîn Brandenbvûrger Tor li hev bicivin.