BI DÎMEN

Şehîd Nesrîn Amed li Belçîkayê hat bibîranîn

Li bajarê Antwerpen ê Belçikayê ji bo bîranîna Şehîd Nesrîn Amed çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna yek ji fermandarên YJA Starê Nesrîn Amed ku di Mijdara 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Antwerpen ê Belçikayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Malbata Nesrîn Amed, Kurdistanî û dostên wan beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser nave tevgera jinên Kurd axaftin hate kirin û soza dilsoziya bi mîrateya şehîdan re hate dayîn.

Di axaftinê de banga tevlîbûna xurt li pêngava guhertin û veguhertinê hate kirin ku Rêber Apo da destpêkirin û peyamên mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Li ser navê malbatên şehîdan a Belçikayê Sultan Ogras axivî û diyar kir ku dive xwedî li bîranîna şehîdan were derketin.

Çalakiya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Nesrîn Amed bi dawî bû.