BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Ewropayê bi girseyî eleqeyeke mezin nîşanî banga dîrokî dan

Kurdistaniyên li Ewropayê, banga Rêber Apo ya dîrokî li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk bi girseyî temaşe kirin.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê pîştî hevdîtina li gel Rêber Apo, banga Rêber Apo ya dîrokî ji raya giştî re parve kir. Banga Rêber Apo li Amed, Wan û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser ekranên mezin hate temaşekirin. Kurdistaniyên li Ewropayê jî girêdayî banga KCDK-E’yê li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn û şahidiya banga dîrokî kirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” bi eleqeyeke mezin hate temaşekirin. Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê li hev civiyan, bi baldarî daxuyaniya dîrokî temaşe kirin û nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî pêvajoya nû bi eleqekeye mezin pêşwazî kirin.

Piştî ragihandina banga dîrokî Kurdistaniyan bi coşeke mezin dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Girseyê bi weşandina wêneyê Rêber Apo û hevalên din ên girtî gelekî hestiyar bûn. Li gel weşandina vî wêneyî li eywanê bêdengiyeke mezin çêbû.

Kurdistaniyan piştî ragihandina banga dîrokî bi awayekî xurt anîn ziman ku ew li gel Rêber Apo ne. Kurdistaniyan demeke dirêj li çepikan xist û daxuyanî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. 

Hozan Comert ê ku weke hemû beşdaravanan bi kelecaneke mezin banga dîrokî temaşe kir, ev yek anîn ziman: “Rêber Apo bi salan e banga çareseriya bi rêya hiqûq û demokrasiyê dike. Ev ne rewşeke nû ye. Lê belê pêvajoyeke ku dê li ser van yekan were avakirin, dê ji bo feydeya gelê Kurd û Tirk be. Ger zemîna hiqûqî ya paradîgmaya Rêber Apo were avakirin, dê her kes ser bikeve.”

Hunermend Bermal Çem jî got: “Dê hemû partî û hunermendên me li pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, xwedî derkevin û xurt bikin.”

LONDON

Kurdistanî û dostên wan ji bo temaşekirina banga dîrokî li avahiya KCC’ê kom bûn.

KASSEL

KOPENHAG

Kurd û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn jî banga dîrokî ya Rêber Apo bi coş û kelecaneke mezin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê temaşe kirin.

Girseyê piştî ragihandina bangê bi coşeke mezin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî gerîla” berz kirin.

BERLÎN

Kurdistaniyên ku li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan jî banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk”  di panela li Brandenburg Torê de temaşe kirin.

BREMEN