Siyasetmedarê Kurd Alî Engîzek ji girtîgeha Dusseldorfê derket
Siyasetmedarê Kurd Alî Engîzek ê ku sê sal in li Elmanyayê dihat ragirtin, vê sibehê saet 08:30’yan de ji girtîgeha Dusseldorfê hat berdan.
Siyasetmedarê Kurd Alî Engîzek ê ku sê sal in li Elmanyayê dihat ragirtin, vê sibehê saet 08:30’yan de ji girtîgeha Dusseldorfê hat berdan.
Siyasetmedarê Kurd Alî Engîzek di 4’ê Adara 2022’yan de hat girtin. Engîzek du sal li girtîgeha Stuttgart Stammheimê û salek jî li girtîgeha Dusseldorfê girtî ma.
Engîzek ê ku ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hat pêşwazîkirin, li ber girtîgehê daxuyaniyek kurt da. Engîzek ewil kesên ku wî pêşwazî kirine silav kir û ev tişt gotin: “Di nava Elewiyan de peyvek heye, dibêje ‘Yên dev ji doza xwe berdidin, mirî ne’. Me dev ji doza xwe berneda. Ez hemû Kurdistaniyên têdikoş in silav dikim.”
Kedkarê şoreşa Kurdistanê Apo Rojbaş (Alî Engîzek), jî di koma kesên Alî Engîzek pêşwazî kirin de hebû. Apê Rojbaş got, “Alî Engîzek pismamê min e. Di vê têkoşînê de bi hezaran qehremanên me şehîd bûn. Em ê têkoşîna xwe ya birûmet bidomînin.”
Hakî Karer di sala 1976'an de li Îskenderûnê ew tevlî doza Kurdistanê kiribû.
Di navbera salên 1980-1988’an de di girtîgehên Tirkiyeyê de ma. Di heman demê de birayê şoreşgerê 50 sal Huseyîn Engîzek (Cafer) ê ku di hefteyên borî de şehadeta wî hatibû ragihandin.