Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) wê helwesta xwe ya li ser banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk di 5'ê Adarê roja Çarşemê li paytexta Belçîka Brukselê eşkere bike. Daxuyanî wê li Place du Luxembourg, 1050 Bruksel (Li ber Parlamentoya Ewroapyê) saet di 11.00’an de bê lidarxistin.
Meclisa Demokratîk a Civakên Kurdistanê (NAV-BEL) di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em ê bi serbilindî helwesta xwe ya li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihînin. Em ji dil û can hemû Kurdistaniyên welatparêz û dostên xwe yên aştîxwaz ên li Tirkiye û Ewropayê vedixwînin vê çalakiyê.”